Zilaman li du bajaran tundî li jinan kirin 2022-09-19 14:29:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirşehîrê Mûstafa Taniş jina bi navê Hatîce Taniş qetil kir; li Kocaeliyê zilamê bi navê L.U. îşkence li hevjîna xwe Esra U. kir.   Li Kirşehîrê zilamê bi navê Mûstafa Taniş, Hatîce Taniş a di asta ji hev berdanê de bûn, qetil kir. Faîl ji polîsan reviya lê dema ku zanî dê were girtin hewl da ku xwe bikûje. Tedawiya faîlê birîndar bû didome û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.    Li Kocaeliyê jî zilamê bi navê L. U. hevjîna xwe ya bi navê Esra U. derb kir. Li ser laşê Êsra U. a ku hate tedawîkirin, gelek şopên îşkenceyê hatine dîtin. Faîl L.U. hate binçavkirin û Esra U. derbarê binçavkirina L.U de wiha got: “Ez dixwazim cezayê herî giran bidin wî.”