TJA: Em têkoşîna nasnameyê ya Mahsa Amînî ji bîr nakin 2022-09-18 14:25:59   AMED - TJA’yê têkildarî Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hate qetilkirin, daxuyanî da û polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan şermezar kir. TJA’yê, diyar kir ku dê vîna Amînî û têkoşîna wê ya ji bo nasnameyê ji bîr nekin.    Jina kurd Mahsa Amînî li Paytexta Îranê Tahranê ji hêla rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê bi hinceta ku laçika li serê Amînî îslamî nîne û “neguncav e” qetil kiriye û ev tişt hatin gotin: “Îşkenceya ku polîsên exlaqê li dijî jina ciwan a kurd Mahsa Amînî (22), li qereqolê berdewam kir û piştî ketî komayê jî jiyana xwe ji dest da. Ji Yên ku dixwestin vê zilma li jineke ciwan hatiye kirin protesto bikin jî rastî êrişa hêzên ‘ewlekariyê’ yên Îranê hatine. Hikûmeta Îranê jî di vê navberê de înternet qut kir û nexwest bertekên gel mezintir bibin. Bi vê yekê re careke din nîşan da bê ka çiqas dijminê jinan e. Em vê zîhniyeta dijminê jinan a ku xwe di bin navê qanûnên şerîatê û îslamê de vedişêre baş nas dikin.”    Bi domdarî TJA’yê destnîşan kir ku jinên li dijî rejîma Îranê qet serî netewandin û her tim di nava têkoşînê de her tim hebûn û wiha bi dawî kir: “Em ê serhildan, vîn û têkoşîna nasnameyê ya Seher Hudayarî ku ji ber temaşekirina maçê dihat darizandin û xwe li pêş çavên darazê şewitandî, Ferhunde Melîkzade ku dema li pêşiya turbeyekî bi kesekê niviştfiroşekî re ketî nîqaşê û bi derewa ‘Qur’an şewitand’ li pêş çavên hêzên ewlekariyê yên Îranê hate lînckirin û Mahsa Amînî ku bi sedema pora wê xuya dike ji hêla polîsên Îranê ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin, ji bîr nekin. Em sersaxiyê ji bo malbata Amînî û hemû jinan dixwazin. Em, polîtîkayên dijminatiya jinê ya rejîma Îranê ku ev 43 sal in didomîne şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan vê komujiyê ji nêz  ve bişopînin.”    Di daxuyaniyê de her wiha “Sirûda Jinan a ji bo Wekheviyê” ku ji hêla aktîvîstên jin ên Îranê ve hatiye nişvîsandin jî di daxuyaniyê de hat parvekirin.”