Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin 2022-09-04 09:01:49   ŞIRNEX - Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê Derûnnas Nergîz Ant diyar kir ku jin ji ber ku li hemberî tundiya hişmendiya mêrî xwe birêxistin dikin hedef tên girtin û got: "Li herêmê tundî tê nixumandin. Lê ev tundî êdî derketiye holê, teşhîr bûye. Êdî li hemberî tundiyê jin bêdeng nîn in."    Ji ber polîtîkayên heyî yên desthilatdariyê  yên li hemberî jinan û polîtîkayên bêcezakirinê, jin her roj rastî tundiyê tên û tên qetilkirin.Tundiya mêr a ku xwe li herêmê bi rêxistin dike gav bi gav zêde dibe. Li herêmê jin, bi taybetî ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin. Herî dawî li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê Fîrdevs Babat a 17 salî ji aliyê kujer Ahmet Babat ve bi çeka cerdevaniyê hatibû qetilkirin û Babat cenazeyê wê jî avêtibû Çemê Hezilê. Her wiha li taxa Yenî ya Hezexê Leyla Karaaslan a ku bi salan bi awayekî sîstematîk tevî zarokên xwer astî tundiyê hatibû, dema ku di xew de bû tevî zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe Hasan Karaaslan ve hatibû qetilkirin. Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiya ya Şirnexê Derûnnas Nergiz Ant têkîldarî zêdebûna qetlîamên jinan û tundiya li ser jinê ya li herêmê axivî.   'TUNDÎ TÊ NIXUMANDIN'   Ant diyar kir ku jinên li herêmê li dijî hişmendiya mêr ya tunekirinê hişyar bûne û xwe birêxistin dikin û got: "Jin her tim rastî zext û qetilkirinê hatine. Lê niha bi saya têkoşîna ku tê dayin jin gavekî li pêş in. Jin êdî hay ji her tiştî hene. Êdî jin li hemberî tundiya mêr radibin û dengê xwe derdixin. Jinên ku li hemberî tundiyê serwext dibin rastî tundiyê tên. Ji ber ku mêr hîn bûye ku jin bêdeng bimînin, jin çokên xwe li ber wan bişkinin, jin nikaribin derkevin derve. Lê ev hişmendî tê hilweşandin. Jin li hemberî tundiya wan hişyar dibin. Her ku hişyar dibin vê carê tekoşîna wan mezintir û şert û mercên wan zehmetir dibin. Tundî mixabin li her derê heye. Ne cih û ne jî warê tundiyê heye. Li her derê belav dibe. Ev der jî yek ji van herêman e. Nakokiya çandî, nakokiya nifşan, zewacên di temenên biçûk de jî dibin sedemê pevçûnan. Lê belê tundiya li herêmê tê nixumandin. Lê ev tundî êdî derdikeve holê. Jin êdî dengê xwe bilind dikin. Divê em pêşî ji têgihiştinê dest bi wekheviya zayendî bikin. Jin li hundir e, mêr li derve ye, jin nazik e, zilam şêr e û nagirî. Zarokan wiha tên mezinkirin jî di pêşerojê de dibin sedema tundiyê."   BERTEK QELS IN   Nergîz Ant anî ziman ku polîtîkaya bêcezakirinê di zêdekirina tundiyê de roleke sereke dilîze û got: "Tundî ancax bi perwerde û atolyeyan dikare bê astengkirin. Di mêran de hesta xwedîderketinê zêde dibe û ev jî vediguhere cinawirekî. Ev yek dibe sedem ku jin bên qetilkirin. Dibe sedema tundiya li ser jinê. Heya ku pêşî li tundiyê neyê girtin dê tundî normal bê ditin. Ji bo normal nebe divê xebateke cidî bê kirin. Divê jin bizanibe ku ji aliyê fizîkî, derûnî û aboriyê ve rastî tundiyê tê. Dema ku ji van rastî yekê hat jî divê ku ji heval, cîran û zarokên xwe re bibêje. Ew mêrên ku dibin sedem jî divê neyên parastin û bên cezakirin. Heta ku ev zîhniyeta mêrtiyê ya li hemberî jinan ji holê ranebe û heta ku ev hişmendî hebe, wê jin bên qetilkirin. Zîhniyeta mêrkujiyê dike divê ji holê bê rakirin. Li Şirnexê di nava 10 rojan de 5 jin hatin qetilkirin. Lê deng derneket û dengê derket jî qels bû."   LI HEMBERÎ TUNDIYÊ PERWERDEHΠ   Ant diyar kir ku ji bo hişyarkirina jinan a li hemberî tundiya li herêmê dixebitin û wiha got: "Em Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, têkoşîna me ya li dijî tundiyê dewam dike. Ji bo vê em li taxan civînan çêdikin û perwerdeyê didin. Me ewil ev perwerde li şaredariyê dan destpêkirin. Em ê hîn bikin ku tundî çi ye û ew ê li hemberî vê yekê çi bikin. Ji xeynî vê jinên mexdûrên tundiyê tim serî li me didin û em wan dişînin cihên têkildar. Em hem piştgiriya derûnî hem jî ya hiqûqî pêşkêş dikin. Ji tundiya tenduristiyê bigire heta tundiya aboriyê, jin bi awayê tundiyê dizanin. Êdî jin dibêjin, 'Erê ez jî vî cureyê tundiyê dibînim.' Eleqeyeke pir mezin heye û daxwaz dikin ku em perwerdeyên xwe cardin bidin. Ev jî bi rastî ji bo me dibe cihê kelecaniyê."