Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin 2022-08-29 16:17:35   WAN - Komeleya Jinan a Starê diyar kir ku wê jin serî li ber tudniyê û zextan netewînin.    Komeleya Jinan a Starê bi armanca balê bikişîne ser kuştina jinan ên di demên dawî de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û dirûşmên li dijî kuştin û tundiyê berz kirin. Endama Komeleyê Rojbîn Bor daxuyanî da û destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye goristana jinan û di 8 mehên dawî de 285 jin hatine qetilkirin.   Bor bi bîr xist ku li Şirnexê Fîrdevs Babat a 17 salî ji aliyê cerdevan Ahmet Babat ve hatiye tecawizkirin û qetilkirin û got: “Êdî bes e, em serî radikin. Em êdî jiyanek bêtundî dixwazin. Em kujerên jinan nas dikin. Hûn tevî ewqas tundiya li ser jinan jî nikarin jinan bitepisînin. Hûn nikarin serê jinan bidin tewandin. Em jin dê her tim piştevaniya xwe mezin bikin û têbikoşin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.