Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan 2022-08-26 19:18:02   ŞIRNEX - Li Hezexê jin, li dijî qetilkirina jinan meşiyan. Di meşê de jinan bal kişand ser tahdeya li ser jinê û şerê li hemberî gelê kurd û gotin: "Em jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Li dijî komkujiyên li ser jinan ên di rojên dawî de ku li Şirnexê zêde bûne ,Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Hezexê meş li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêxistinên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn, Êlîh, Sêrt, Rihayê, aktivîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, malbatên jinên ku hatine qetilkirin û cîranên Leyla Karaaslan a ku di 24’ê Tebaxê de ji aliyê hevjînê xwe Hasan Karaaslan ve li gel 3’ê zarokên xwe hat qetilkirin tevlî meşê bûn. Beriya meşê jin li ber Parka Aştiyê kom bûn. Di meşê de wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Jinên ku li parkê kom bûn dirûşmeyên "Jin jiyan e, jiyanê nekuje”, “Mêr dikuje, dewlet diparêze” berz kirin.    Piştre jin bi berzkirina dirûşmeyan heta ber avahiya HDP’ê ya navçeyê meşiyan.    Li vir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Dewleta zayendperest dê hesab bide” nivîsandî hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ve hat xwendin.   ‘WEKÎ MAFEKE REWA DIBÎNIN’   Akdag anî ziman ku êdî tehemmûla jinan nema ye û wiha axivî: "Polîtîkayên tundiyê yên serdestiya mêr ên li ser jinan û zarokan di van demên dawî de bi awayekî sîstematîk zêde dibin. Êdî sebra me nemaye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro li her derê welêt li dijî jinan şer îlan kiriye. Destkeftiyên ku bi têkoşîna jinan hatine bidestxistin yek bi yek tên tunekirin. Bi qanûnên ku pêk nayên, bi daxistina cezayên tahdeyê teşwîq dikin, bi gotinên ku tahdeyê rewa dikin qirikirina jinan ji bo mêrên vî welatî wekî mafekî meşru tê dîtin. Sebra me ya li hemberî vê tundiyê nemaye.”    ‘SEBRA ME NEMAYE’   Akdag diyar kir ku mêrên kujer ji aliyê dewletê vê tên parastin û got: "Di van demen dawî de nûçeyên derbarê kuştin û windakirinê û çeteyên fuhûşê yên ku bi taybetî ji kesên bi unîforma ve pêk tên, hêrsa me jinan zêde dike. Ên ku di nava van sûcan de, yên ku tehrîk dikin, li kolanên me destên xwe dihejînin û digerin. Sebra me ya ji bo bêcezabûnê nemaye. Em baş dizanin ku ev rewşa bêcezakirinê hemû mêran motîve dike ku tahdeyê bikin û wêrektiya xwe ji vê yekê digrin. Li cihê ku pevçûn, wêranî û şer lê hebe, tê xwestin ku jin bibin qurbanî.”    ‘EM Ê TEBIKOŞIN’   Piştre Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên qetilkirina jinan tên meşandin. Gunay ev tişt gotin: "Em jinên bi hêrs in, jinên ku li dijî tundiya dewleta mêr xwedî hêrs û têkoşîneke mezin in, em li Hezexê ne. Em ji bo bîranîna hevalên xwe yên jin ên beriya 2 rojan jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin û li hemberî qetlîama jinan bertek nîşan bidin hatin vir. Di du rojan de tenê li Şirnexê 5 kes hatin qetilkirin. Li vî welatî polîtîkaya kuştina jinan tê meşandin. Dewleta mêr, hikûmet û saziyên wê yên hiqûqê li ber van polîtîkayên qetilkirinê xwe li nedîtinê datînin. Mêrên kujer cesareta herî mezin ji polîtîkayên mêtîngerî, zayendperest û nîjadperest ên hikûmetê digirin. Ji ber polîtîkaya hikûmetê ya bêcezakirinê, mêr bi wêrekî tevdigerin û jinan dikujin. Em jinên TJA'yî û HDP’î em tu carî bêdeng nebûn, ranewestiyan û me her tim têkoşîna xwe mezin kir. Ji ber ku tu mêr bêyî ku hesab jê bê pirsîn nikare li pêşberî jineke rêxistinkirî bisekine. Em jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Ne ji jinan re ji kujeran re barîkat” bi dawî bû.