Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê 2022-07-30 13:37:35 ENQERE - Bi sedema ku silav dane xizmên hev û ew hembêz kirine, cezayê disiplînê li siyasetmedar Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci hate birîn. Ata û Yagci têkildarî cezayê hatiye dayîn parastin kirin û gotin: “Tiştekî mirovî ye.”    Derheqê siyasetmedarên jin Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin. Cezayê “mehekê nikarin tev li hinek çalakiyan bibin” li siyasetmedarên jin hate birîn. Ji bo cezayê hatiye birîn jî ev sedem hat nîşandan: “Di hevdîtina 6’ê tîrmehê de tevî hişyariyan jî xizmên hev hembêz kirine, bi destên wan girtine û bi wan re sihbet kirine.”    Ata û Yagci di 21’ê tîrmehê de parastina devkî dan Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Sîncanê. Yagci di parastina xwe de got ku ev sepan derî aqil û wijdan e û ev tişt anî ziman: “Yek ji fezîleta mirovbûnê ya herî bingehîn jî ew e ku mirov xwedî li nirxên civakî derkeve. Yek ji van fezîletan jî civakîbûn û jiyana bi hev re ye. Silavdayîn û hev hembêzkirin yek ji nirxên bingehîn ên çandên Rojhilata Navîn, Anatoliya û Mezopotamyayê ne. Heta kesên silavê nedin baş nayên dîtin. Lewma jî hişyariya rêveberiya ya ‘silavê nedin ziyaretvanan’ tiştekî li dijî nirxên exlaqî ye. Min berpirsyariya xwe ya exlaqî û wijdanî pêk anî û silav da. Dê vê silavdayînê jî bidomînim. Em van sepanên derî aqil ên rêveberiyê qebûl nakin.”    AKAT: EZ PARASTINÊ RED DIKIM   Siyasetmedar Ayla Akat Ata jî di parastina xwe de got ku di fikraya duyemîn a xala yekemîn a Qanûna Înfazê ya hejmar 5257’an de bi vekirî tê gotin ku ‘Divê sepanên girtîgehê li dijî rûmeta mirovahiyê û zalimane nebin’ û wiha domand: “Weke hiqûqnasekî ez girteke bi vî awayî derheqê min de hatiye amadekirin û parastinê red dikim. Silavdayîna xizmên hevalên xwe, maçîkirina destên dayikên wan û di dawiya hevdîtinê jî gotina ‘oxir be’ tiştekî mirovî ye. Weke mirovekî min jî ev berpirsyariya xwe bi cih anî.”   Piştî parastinê jî Serokatiya Lijneya Disiplînê cezayê “du mehan nikarin tev li çalakiyên çandî û werzîşê bibin” da siyasetmedaran. Têkildarî cezayên disiplînê jî Ata û Yagci li Dadgeriya Înfazê ya Rojava a Enqereyê îtîraz kirin.