Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin 2022-07-28 14:25:47 AGIRÎ - Şaredariya Panosê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û jin dikaribin xebatên xwe civakî lê bikin, Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî vekir.    Şaredariya Navçeya Panosa Agiriyê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî vekir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên jin ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin û gelek jinên endamên HDP’ê tev li merasîmavekirina navendê bûn. Jin beriya merasîmê li ber avahiya HDP’ê ya Panosê hatin ba hev. Jinan piştre bi berzkirina dirûşmên wek “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” heta cadeya Beylerbeyî meşiyan.    PERGALA AZADÎXWAZ A JINAN    Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer di merasîma vekirinê de axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî îktidara serdest zilam li her qadê bin û got: “Me li hemû şaredariyên bi dest xistin, rêgeza tesmîliyeta wekhev xist meriyete. Me li dijî qeyûmên ku destkeftiyên me û têkoşîna jinan kirin hedef, lê me pergala xwe ya xwerêvebirinê ya azadîxwaz dewam kir. Me li dijî qeyûmên ku navendên jinan girtin, zilaman tayînî midûriyetên jinan kirin û satargehên jinan girtin, têkoşîna xwe berfirehtir kir. Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê dest jê bernedin. Em vê navenda xwe vedikin û em ê li dijî tundiya li ser jinan têbikoşin.”    Jinan piştre vekirina navendê pêk anîn.