Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn 2022-07-25 12:25:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Esenyurtê jina bi navê Mîne C û li Sûltangaziyê jî Ayfer Orak rastî êrişa zilaman hatin û bi giranî birîndar bûn.    Bertekên li dijî biryara Peymana Stenbolê ya Dadgeha Bilind didomin. Li gel vê yekê bûyerên tundiyê yên li dijî jinan jî zêde dibin. Li navçeya Esenyûrta Stenbolê jina bi navê Mîne C. dema ku li pêşiya mala xwe rûdinişt rastî êrişa çekdarî ya hin zilaman hat. Di encama êrişê de Mîne C. bi giranî û welatiyekî ji rê derbas dibû jî bi sivik birîndar bû.    Mîne C. a ku bi giranî birîndar bûyî rakirin nexweşxaneyê û têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin. Hat destnîşakirin ku lêkolînên der barê bûyerê de hatiye destpêkirin didome.    SÛLTANGAZÎ   Li navçeya Sûltangaziyê jî jina bi navê Ayfer Orak (34) rastî êrişa zilamê bi navê Abdullah Koruk (57) hat. Zilamê ku Orak dişopand piştî êrişê xwest ji cihê êrişê bireve. Kesên li derdorê zîlamê êrişkar girtin û teslîmî polîsan kirin. Hat zanîn ku Koruk hat girtin û rewşa Ayfer Orak jî giran e.