Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin 2022-07-16 15:35:18 ENQERE - Di civîna Meclisa Jinan a HDP’ê de polîtîkayên serdema nû hatin nîqaşkirin û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran carek din bû berdevka Meclisê.  Meclisa Jinan a HDP’ê piştî kongreya 5’emîn a HDP’ê cara ewil civiya. Civîna jinan ku polîtîka û xeta têkoşîna ya serdema nû hat nîqaşkirin bi dawî bû. Di nîqaşê de pêvajoya siyasî hat nirxandin û her wiha di civînê de tecrîda li Tirkiyeyê jî hat axaftin. Di civînê de girîngiya piştevaniya jinan a gerdûnî jî hat axivîn.    BAŞARAN DÎSA DÊ BERDEVKIYÊ BIKE    Di civînê de biryar hat girtin ku Berdevkiya Meclisa Jinan bi Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran berdewam bike. Endamên Koordînasyona Jinan jî piştî hevberdevkên komîsyonê diyar bibin, dê werin eşkerekirin.