Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin 2022-06-20 19:42:05   MÛGLA - Jinan kêmkirina cezayê Cemîl Metîn Avci yê ku Pinar Gultekînê kuşt, bi meşekê şermezar kir.    Dadgehê îro cezayê diviyabû li Cemal Metîn Avci yê kujerê Pinar Gultekînê bihata birîn kêm kir û tenê 23 sal ceza lê birî û derbarê malbata wî ya ku alîkariya wî kiribû de jî biryara beraetê da. Li Mûglayê jinan vê biryarê bi meşekê şermezar kir.    Beriya meşê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbayê li ber Edliyeya Mûglayê têkildarî dozê de axivî. Kemalbayê di axaftina xwe de bal kişand ser rizandina pergala hiqûqê û got, wateya vê yekê ev e ku "bila mêr jinan bikujin em jî wan berdin."   Paşê jin ji bo daxuyaniyê bidin bi berzkirina dirûşmeyan heya Qada Sirnirsizlikê meşiyan. Jinan barîkatên polîsan derbas kir û li vira dirûşmeyên "Dê jin hesab ji AKP'ê bipirsin", "Jin, jiyan, azadî" û "Dê hesabê Pinarê bê pirsîn" berz kirin.   Li ser navê Platforma Edalet Ji Bo Pinar Gultekînê Denîz Ûslû axivî. Ûslû destnîşan kir ku ev biryar nîşan daye ku edalet miriye û got: "Em ê dest ji wî dadgerî û bersûcên din bernedin. Ew dadger jî şirîkê vê cinayetê ye."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.