Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê 2022-06-06 12:35:57   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran dê di danişîna doza vekişandina Peymana Stenbolê de vebêje bê ka çima rayeya Serokkomar a rakirina Peymana Stenbolê nîne.    Serokkomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 20’ê adara 2021’an de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê îmze kiribû. Li ser vê yekê jî jinan ji bo betalkirina vê biryarê dest bi têkoşînê kiribûn. Bi daxwaza betalkirina biryarê, ji nêzî 200 dozên danişînan 10 jê di 28’ê nîsanê de li 10’emîn Daîreya Şûreya Dewletê hatin dîtin. Dozgerê Şûreya Dewletê ji bo betalkirina biryarê mutalaa dabû. Li aliyekî jin li benda biryara Şûreya Dewletê ne û li hêla din ji bo serlêdanên din jî rojên danişînan weke 7-14 û 23’yê hezîranê hatin destnîşankirin. Tê payîn ku piştî danişînên di meha hezîranê de dê biryar bê dayîn.    DÊ DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE 10 DANIŞÎN BÊN DÎTIN   Dê di rojên ku Şûreya Dewletê diyar kirin de danişînên 27 serlêdanan bên dîtin. Ji van serlêdanan 22 jê yên baroyan e. Di 7’ê hezîranê de ji ewil dê danişînên serlêdanên Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok, Partiya Çep, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û baroyên Meletî, Zonguldak, Çanakkale, Qers, Artvîn, Denîzlî û Kirklareliyê bên dîtin.    HDP DÊ LI SER 5 BEŞAN PARASTINÊ BIKE   Li ser navê HDP’ê dê Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran û parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parastinê bikin. Dê Meclisa Jinan a HDP’ê û parlamenterên jin beşdarî danişînê bibin. Parastina HDP’ê dê ji beşên “Ketina Parastinê”, “Beşa Polîtîk”, “Beşa Dîrokî”, “Beşa Hiqûqî” û “Nirxandina Giştî” pêk bê.    KETINA NAVEROKA PEYYMANÊ    Di beşa “Ketina parastinê” de dê balê bikişînin ser ku bingeha tundiya li ser jinê, ji pergala mêrê serdest diqewime. Her wiha dê bê gotin ku bi Peymana Stenbolê re bingeha pirsgirêkên heyî tê lêkolînkirin û tê armanckirin ku newekheviya zayenda civakî ji holê rakin. Her wiha dê were gotin ku li herêmên kurdan di saziyên fermî û di jiyana civakî de kurdî qedexe ye û mînakên bandora vê mijarê ya li tundiya li ser jinan bên dayîn.    BEŞA PÊVAJOYA DÎROKÎ   Di “Beşa Dîrokê” de dê dîrokçeya tundiya li ser jinan û girîngiya Peymana Stenbolê bê vegotin. Dê daneyên jinên ji sala 2011’an ku peyman hatibû îmzekirin û heta 2021’an hatine qetilkirin bên parvekirin. Di “Beşa Hiqûqî” de jî dê balê bikişînin ser berpirsyariyên hiqûqî yên ji ber Peymana Stenbolê. Di heman demê de dê were şênberkirin bê ka çima rayeya serokkomar a rakirina Peymana Stenbolê nîne.    DÊ LI SER SERDEMA AKP’Ê BISEKININ   Yek ji beşa herî girîng a parastinê jî “Beşa Polîtîk” e. Di vê beşê de dê polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan bên nirxandin û vekolandin. Dê sozên di pêvajoya ber bi vekişîna ji peymanê de hatine dayîn û pratîkên wê bên vegotin. Di heman demê de dê polîtîkaya necezakirinê ya li bajarên kurdan ji bo tundiya li dijî jin û zarokan di meriyetê de û ya li dijî jinên penaber/koçber bên nirxandin.    Di beşa herî dawî ya parastinê de jî dê balê bikişînin ser têkoşîna jinên HDP’î ya piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê û êrişên tên kirin.    MA / Bêrîvan Altan