Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne 2022-05-29 09:08:57   STENBOL - Dayika girtî Fînce Akman ku di Nobeta Edaletê de di encama tundiya polîsan de bi ser hişê xwe çû, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên jinan ên ew tenê hiştin rexne kirin û got: “Em yek kes jî bin em ê li wê qadê bin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên mafan bi dawî bibin di 16’ê Mijdara 2021’an de li Amedê dabû destpêkirin di 9’ê Kanûna 2021’an de li Wanê, di 12’ê Sibata 2022’yan de li Îzmîrê û di 24’ê Adara 2022’yan de li Stenbolê dabûn destpêkirin. Polîsan di hefteya 10’emîn (26’ê Gulanê) de tevî Fînce Akman a 57 salî ku ji roja ewil û vir ve, her hefte tev li çalakiya li Stenbolê dibe, li malbatên girtiyan ên din Kumrî Akgul, Zeynep Calihan û Songul Îlken dan û ew binçavkirin.     Akman a di wesayîta polîsan de bi pêhnan tundî lê hat kirin ji ser hişê xwe çû û Îlken a polîsan dehf da jî serê wê bi wesayîtê ket û hate derbkirin. Dayikên ku bi paş ve hatin kelemçekirin, li Qereqola polîsan a Çaglayanê ku pişt re birinê her tim ji aliyê polîsan ve hatin tacîzkirin û axaftina wan a bi kurdî hate qedexekirin. Dayikên ku li nexweşxaneyê rapora lêdanê girtin pişt re hatin berdan.    Akman, a piştî hate berdan li nexweşxaneyeke li navçeya Kartalê tedawî dît, tiştên wê rojê bi serê wê hatin ji ajansa me re vegotin.    BINÇAVKIRIN, TACÎZ Û TUNDΠ   Akman ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yemîn a Sîlîvriyê tê ragirtin, diyar kir ku 40 sal in li dijî polîtîkayên zext û tundiyê têdikoşe. Akman a her hefte ji mala xwe ya li navçeya Kartalê derdikeve û tê pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê destnîşan kir ku bi dayikên bi wê re her carê tên derbkirin lê tevî hemû zext û astengiyan jî dê çalakiya xwe bênavber bidomîne.    Akman, a di hefteya 7’emîn (5’ê Gulan) de jî ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin û pişt re di heman demê de hatibû berdan wiha got: “Ez di serê sibê de radibim û têm pêşiya edliyeyê. Heta ku digihim çalakiyê neçar dibim 4 wesayîtan biguherînim. Çawa digihim pêş edliyeyê, min îşaret dikin derdora min digirin û wêneyên min dikişînin. Her carê ez rastî vê tacîza polîsan têm. Weke her hefte vê hefteyê jî ji bo edaletê bixwazin tevî dayikên din bi hev re çûn pêş Edliyeya Stenbolê. Beriya çalakiyê em bi dayikan re li kafeya li hemberî edliyeyê rûniştin lê çawa polîsan em dîtin gotin ‘rûniştina we ya li vir qedexe ye’ em dorpêç kirin. Me jî got ‘ma rûniştina li kafeyê jî qedexe ye’. Li ser vê yekê polîsan bi lêdanê û bi darê zorê hewl dan me li wesayîtan siwar bikin.”   BI LAÇIKA WÊ DEVÊ WÊ GIRÊ DAN   Akman; bal kişand ku dema binçavkirinê de rastî lêdan, heqaret û gefên polîsan hatin û tiştên qewimîn wiha vegotin: “Dema polîsan ez ber bi wesayîtê ve kaş kirim, ji bo nekevim erdî min xwe bi demirên kafeyê ve girt. Polîsekî gelek caran li cihê ku min demir girti bû xist. Pişt re polîsekî din hat ‘got tu xwe bi de aliyekî tu ne bihêzî ez ê berdewam bikim’. Li me dan û em avêtin nava wesayîta polîsan. Êrişê di wesayîta binçavkirinê de berdewam kir. Ewilî dest danîn ser çanteyên me û telefonên me, pişt re em li koltuxên cuda bi cih kirin. Polîsek piştî ez li ser koltuxî rûniştim lingên min bi hevve kirin û tevgera min asteng kir polîsekî din jî hat ser min rûnişt û dest bi lêdana min kir. Dema min qîr kir laçika serê min girtin û pê devê min girê dan. Pişt re polîsekî din hat hewl da ji patika min bigire û serê min bitewîne û li stuyê min da. Polîsên din jî li derdora min kom bûn. Di wê navberê de ji bo ku min nekarî bêhnê bigirim dilê min rabû û ez ji ser hişê xwe çûm. Dema ez hatim ser hişê xwe min bihîst ku dayikên din bi gotina ‘we kuşt’ bertek nîşan dan. Pişt re êrişî dayikên din jî kirin.”   DEWLET JI DAYIKAN NE BIHÊZTIR E   Akman, bi lêv kir ku polîsan bi gotina “Em dewlet in, dewlet gelek bihêz e. Heke hûn careke din bên em ê we ji vê rewşê xerabtir bikin, em ê we bibînin” gef li wan xwarine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê yekê min jî got ‘Dewlet hêza xwe bi ser jinan û dayikan bikartîne. Heke wisa be em ji we bihêztir in’. Her hefte bi dehan polîs, bi çek cop û mertalên xwe ve ji bo çar dayikan binçav bikin li wir kom dibin û ji vê re jî dibêjin ‘em bi hêztir in’. Heke hêza dewletê ev be em vê nas nakin. Dewleteke ku li me dide, tu daxwazên me yên rewa qebûl nake û bi tundiyê ditepisîne dê çawa bibe dewleta me. Ew çi bikin bila bikin em qet dest ji têkoşîna xwe bernadin.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Akman, anî ziman ku bi lêdan û binçavkirinê nikarin çavên wan bitirsînin û bi lêv kir ku wê hefteya pêşiya me li heman cihî bin. Akman, diyar kir ku sedema kîn û hêrsa wan ya bi vî rengî tirs e û wiha pê de çû: “Ji dayikan ditirsin. Ew bi kuştina zarokên me ya di girtîgehê de difikirin ku dê kurdan xelas bikin. Em bêçare nînin bihêz in û mafdar in. 40 sal in rastî van zextan têm û li dijî vê têkoşînekê didim. Ew hewl didin me bi vî awayî bitepisînin lê qasî ku ew zilmê dikin em zêde dibin û berxwedana me mezin dibe.”   KESÊN DIBÊJIN DEMOKRASÎ LI KU NE?   Akman, da zanîn ku dayikên li Stenbolê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin tenê hatin hiştin, ji ber vê yekê êriş li wan tê kirin û ji ber rêxistinên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên demokratîk li dijî çalakiya wan bêdeng man rexne kirin û got: “Yek kes jî bimîne em ê li ber xwe bidin. Lê ez vî halî nedîtina bêdengiyê fêm nakim. Kesên ku li koltuxên xwe rûdinin û qala demokrasiyê û mafên jinan dikin li ku ne? Kesên dibêjin em pêşengtiyê li demokrasiyê dikin, ev têgeh ji bo me ne derbasdar in? Ez dixwazim ji wan bipirsim. Em her hefte tên binçavkirin lê kesê li cem xwe nabînin. Em jî jin in dayik in, kesên mal û milkê wan hene. Ev rewşa bêhestiyarî ji aliyê jinan ve jî nayê qebûlkirin.    WÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKE   Em mafdar in hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Em yek kes jî bimînin li wê qadê em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Ji ber lêdanê destê min şîn bûn. Piştî ku fîlmê dest û zendên min hatin kişandin min rapora lêdanê girt. Ev du roj in zehmetiyê dikişînim ku destên xwe bilivînim. Stuyê min û pişt amin hêj diêşe. Zendên min werimîne. Em tiştên li me kirin qebûl nakin. Em ê li dijî kesên ku li pêş edliyeyê li me dan û gef li me xwar in di demekî kurt de biçin serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bidin û giliyê wan bikin.”   MA / Esra Solîn Dal