Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir 2022-05-27 12:32:22   WAN/ÎZMÎR - Li navçeya Payîzavayê Oznûr Aslan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Bornovayê jî zilamê bi navê Nûh Şayla hevjîna xwe Rojda Şayla qetil kir.    Jina bi navê Oznûr Aslan (19) duh bi şev li gundê Axçanîs ê navçeya Payîzava ya Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Malbata Aslan ku ew bi awayekî jiyana xwe ji dest dayî dît tîmên tenduristiyê û cenderme agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê û cendermeyên hatin cihê bûyerê cenazeyê Aslan ji bo kirariyên otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Piştî kirariyên otopsiyê cenazeyê Aslan li goristana gund hate definkirin.    Li aliyê din hate diyarkirin ku di telefona Aslan de têkildarî mirina biguman qeydeke deng heye. Hate hînbûn ku dozgeriyê ji bo di çarçoveya lêpirsînê de lêkolîn bike dest danîne ser telefona ku qeyda deng tê de cih digire.    ÎZMÎR   Zilamê bi navê Nûh Şayla li Taxa Kazimdirik a navçeya Bornovaya Îzmîrê, hevjîna xwe Rojda Şayla bi çekê qetil kir. Kujerê ku piştî komkujiyê revî hêj nehatiye girtin.    Cenazeyê Rojda Şayla rakirin morga Saziya Tiba Edlî. Hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.