Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye 2022-05-17 09:19:31   STENBOL -Ji avakarên Hewldana Ji Bo Aştiyê Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku li dijî şerê AKP'ê yê li hundir û derve barekî mezin dikeve ser milê jinên û got, pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye.    Operasyona Tirkiyeyê ya bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin.    Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎG) ku di Gulana 2009'an de ji aliyê jinan ve li dijî serdestiya mêr û şer hatibû avakirina heya dawiya sala 2015'an jî li qadan li dijî şer têkoşiyabû. Lê di demên dawî de xebatên xwe dabû sekinandin. Ji avakarên BÎG'ê Nebîle Irmak Çetîn bilêv kir ku şer û tahde cardin zêde bûne û got, pêdivî pê heye ku jin li dijî vê tahdeyê û şerî dengên xwe bilind bikin.    DÎROKEKE MIŞT ŞER   Irmak, bibîr xist ku jinên ji komên cuda, ji derdora kovar, partiyên siyasî û saziyên cuda li dijî şer BÎG'ê ava kirine. Irmak, diyar kir ku piştî hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an li hev kom bûne û got: "Em ji bo aştiyê li hev kom bûn, ji lew re ev 40 sal in em bi şerekî qirêj re rû bi rû ne. Gava mirov dîroka Tirkiyeyê tev bide, dê bi dîrokeke mişt şer re rû bi rû bimîne. Şerekî li ser înkarkirina hebûna gelan tê kirin."    Irmak ku got "Şer rûxandin, tahde û destdirêjî ye" anî ziman ku ev polîtîka hem jinên kurd hem jî jinên tirkiyeyî ber bi xetereyeke mezin ve dibe. Irmak, destnîşan kir ku li hemberî jinên li ber kedxwarî û pergala serdest li ber xwe didin êrişeke pir cidî heye û got: "Jina kurd tê koçberkirin. Li cihê ku diçê bi pirsgirêkan û xizaniyê re rû bi rû dimîne. Jinên li rovajayê jî tên kuştin an jî xizankirin. Ew jî bi awayekî cuda fatûreya vê yekê didin."    ZEXT Û XIZANÎ ZÊDE DIBIN   Irmak, destnîşan kir ku polîtîkaya şer a Tirkiyeyê pirsgirêkeke dîrokî ye û meseleya sereke jî girêdayî meseleya kurdî ye û got: "Her ku şer didome, em jin êşê dikişînin, hêstiran dibarînin. Zext zêde dibin û jin ji karê xwe dibin, xizanî zêde dibe. Şer dijminê mirov, dijminê xwezayê û herî zêde jî dijminê jina ye. Ji lew re bedena jinê di şeran de tê talankirin. Bi taybetî jî me dît bê hêzên statukoparêz ev yek çawa anîn serê gelê kurd. Bedena jinê hatiye perçekirin, wê davêje heps û zindanan. Me ev tişt dîtin. 30 sal berê me digot 'ji şer re na' an jî 'budçeya ji şer re tê veqetandin bila ji kedkaran re bê veqetandin.' Niha em dibînin bê em çi qas mafdar bûne."    Irmak, destnîşan kir ku polîtîkayên tahde û şer ên tên meşandin welêt têk dişikînin û wiha berdewam kir: "Ger meseleya kurdî hatibûna çareserkirin û nêvengeke aştiyane hatibûna afirandin, dê Tirkiye niha ne di nava vê krîza aborî û siyasî de bûna. Bi taybetî jî desthilata AKP'ê hêvî da ber hemû derdoran. Lê wekî tê dîtin ev yek ji bo zexmkirina desthilata xwe kiriye. Di sala 2011'an de îmze danîn bin Peymana Stenbolê. Lê îro ew îmze rakirin. Rakirina îmzeya li bin Peymana Stenbolê tê wateya qetilkirina jinan. Her wiha ji bo kesên jinan qetil dikin û destdirêjiyê dikin neyên cezakirin ji dixebitin. Yanî bi kurtasî şer xizanî, betalî, bêaramî û nekêfxweşî ye. Li hemberî vî şerî divê aştî bê danîn."    HÊZA JINAN    Irmak, diyar kir ku yeqîniya wê bi hêza jinê heye û vê hêzê di têkoşîna aştiyê ya jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn de dîtiye. Irmak, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî pêdivî bi yekîtiyeke wiha heye û wiha axivî: "Îro ro di nava jinan de çêkirina yekîtiyeke wiha pêdiviyeke sereke ye. Emîne Şenyaşar diviyabû di têkoşîna xwe ya ji bo edaletê de ne bi tenê bûna, diviyabû li cem wê bi hezaran jin hebûna. Emîne Şenyaşar tenê ji bo edaletê li ber xwe nade, di heman demê de ji bo aştiyê jî têdikoşe. Aştî, daxwazeke pir mafdar e. Aştî, pêdiviyeke sereke ye. Gava aştî hebe dê jiyanek me ya bikonfor, rihet û aram hebe. Niha yên pereyên wan hene jî ne aram in û yên tune ne jî. Tekane sedema vê yekê budçeya ji bo şer tê veqetandin û desthilata ku li ser xwîna mirov û hêstirên çavan hatiye avakirin."    Irmak, bilêv kir ku Tirkiye hatiye ber qedandinê û ji bo sedema vê jî got, ev girêdayî şer e. Irmak, destnîşan kir ku li ser esasê netewperestî û nijadperestiyê "rizaya" ji bo şer tê afirandin û hemû çavkanî ji bo vê tên xerckirin.    Irmak, bal kişand ser operasyonên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor jî û wiha got: "Sedemeke êrişên li erdnîgariya Kurdistanê jî, ew e ku Tirkiye dixwaze ser rûxandina xwe bigire. Tekane sedema şer tenê ne aborî ye, paşperdeya dîrokî jî heye. Yanî hûn radibin ji yekî re dibêjin' dîktator, komkujer.' Hûn çûna Rûsyayê ya ber bi Ûkraynayê ve şermezar dikin, lê hûn radibin bi xwe diçin axa welatekî din. Bi salan e ji xwe re xeyalên osmanîtiyê çêdikin. Diçin ku li wir feraseteke talankirinê û çetewarî ava dikin. A herî girîng jî înkarkirina gelekî."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Irmak, destnîşan kir ku bi vî şerî re înkarkirina kurdan û nijadperestî pir zêde bûye û got: "Tekane rêya li hemberî şer têkoşîna hevpar e. Hemû derdorên Tirkiyeyê ji vê rewşê ne razî ne."    TEKANE RÊ ÇARESERKIRINA MESELEYA KURDÎ   Irmak got: "Xirabî li gelên Tirkiyeyê tê kirin. Yanî tu radibî di şer de israr dikî, lê budçeyeke vî şerî heye. Niha li Tirkiyeyê 10 milyon betal hene, lê hûn radibin pere ji bo şer xerc dikin. Gelên cîhanê êdî doza pergaleke nû dikin. Herî zêde pêdiviya Tirkiyeyê bi vê pergala nû heye. Lewma Tirkiye ewilî divê meseleya kurdî çareser bike, ji lew re wekî din tu rê tune ye. Mecbûr e hiqûqa gelê kurd çêbike."    DIVÊ BÎG ÇALAK BIBE   Irmak, destnîşan kir ku bi şer re êrişên li ser jinan jî zêde bûne ûbal kişand ser cezayê ku di Doza Geziyê de li Mucella Yapiciyê hat birîn û gefên li li Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran hatin xwarin. Irmak, bilêv kir ku lewma cardin pêdivî bi çalakbûna Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê heye û pê de çû: "Ji bo ji nû ve çalakbûna Hewldanê pêdivî bi pêşengên xurt heye. Bi ya min ev pêşengtî jî dikeve ser milê jinên di nava HDP'ê de. Ev jin jî divê bi piranî jinên ji metrepolên rojavayê hatine hilbijartin bin. Em van mijaran nîqaş dikin, heta dê hefteyên bê du civînên me çêbibin. Em ê karibin careke din tiştekî wiha çêbikin? Pêvajo dibe ku dijwar be, lê polîtîkayeke şer a ku êrişê dibe ser kevirên me û axa me heye. Hebûna me, keda me wekî budçe didin ber şer. Lewma jin li ku dibin bila bibin divê li her derî li hemberî şer rabin."    Irmak, di dawiya axaftina xwe de li ser têkoşîna hevpar sekinî û got: "Ji bo bidawîbûna şer pêşî barê mezin dikeve ser milê çepgiran. Siyaseta kurd vê dike û li ber xwe dide. Lê bi rastî jî divê ji rojavayê, ji Behra Reş jî ev deng bilind bibe."    MA / Esra Solîn Dal