Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda 2022-05-16 18:40:06   MÛGLA - Di doza derbarê kuştina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekînê de heyeta dadgehê dîsa biryar neda û doz taloqî 20'ê Hezîranê kir.    Li Mûglayê Cemal Metîn Avci di 21'ê Tîrmeha 2020'an de xwendekara zanîngehê Pinar Gultekînê qetil kiribû. Îro danişîna 12'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Mûglayê hat lidarxistin. Kujer Cemal Metîn Avci bi rêya SEGBÎS'ê û birayê wî Mertcan Avci yê bi awayekî negirtî tê darizandin tevli danişînê bûn. Her wiha Şefîka Gultekîn, dêya Pinar Guletkînê û parêzerên malbatê jî tevli danişînê bûn.   Di dozê de Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci, bavê wî Selîm Avci, dêya wî Ayten Avci û Eda Karagun û Şukru Gokhan Orhan tên darizandin.    Di danişînê de ewilî rapora ku Saziya Tiba Edlî ji dadgehê re şandibû hat xwendin. Di raporê de hat destnîşankirin ku kifş nebûye ku bê ka Gultekînê çi qasî di nava agir de li ber xwe daye û kengî jiyana xwe ji dest daye.    DOZA BERAETÊ KIR   Bi daxwaza parêzerên malbata Gultekînê Mertcan Avci cardin parastina xwe kir û got: "Parastinên min ên berê derbasdar in. Ez baraeta xwe dixwazim."   Piştî parastinê Avci pirsên parêzeran bersivand û got: "Birayê min got, min çop û kokoreça xerabe şewitandiye. Ji ber vê min jî li hundurê varîlê mêze nekir. Ez neketim hundurê xaniyê li rez jî."    Kujer Cemal Metîn Avci jî got: "Kesê bi navê Kamîl M. xwestibû di celseya sisêyan de dosyeyê bide dadgeha we. Lê ev dosye ji aliyê heyeta dadgehê ve nehat qebûlkirin. Ez dixwazim nivîsên derbarê Pinar Gultekînê de yên di navbera Kamîl M. û personelê payebilind ê îstixbarata cendirmeyan Enîs de wekî delîl berpêş bikim."    EPOZDEMÎR: DARIZANDIN TÊ DIRÊJKIRIN   Parêzerê malbata Gultekînê Rezan Epozdemîr jî pirsî bê çima niha tê xwestin ku ew ewraq berpêşî dadgehê bê kirin. Epozdemîr, diyar kir ku bêyî destûra kesê hember parvekirina peyamên WhatsAppê sûc in û got: "Em dixwazin hemû tiştên ji bo dirêjkirina darizandinê berpêşî dadgehê tên kirin bên redkirin."    Heyeta dadgehê daxwaza parêzerên sûcdaran a ji bo cardin guhdarkirina Kamîl M. red kir.    Pişt re mutalaa hat xwendin. Dozger xwest cezayê muebeda giran li Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci bê birîn û xwest Eda Karagun, Şukru Gokhan Orhan û dê û bav Ayten û Selîm Avci jî ji ber windakirina delîlan û veşaritina wan bên cezakirin.    Şefîka Gultekîn, dêya Pinar Gultekînê jî got: "Keça min 27 salî bû. Ez van bêbextiyan qebûl nakim. Kîjan ceza yê giran be bila ew bê birîn."    Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Cemal Metîn Avci da û ji bo bira Mertcan Avci biryara pêkanîna şertê kontrola edlî da. Heyetê danişîn taloqî 20'ê Hezîranê kir.