Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin 2022-05-16 16:46:57   XARPÊT - Derket holê ku jina bi navê Remziye Apaydin a beriya 6 mehan li navçeya Depê winda bûbû ji aliyê zilamê bi navê Nîhat Cav ve hatiye kuştin.    Jina bi navê Remziye Apaydin ku li navçeya Depê ya Xarpêtê winda bûbû, cenazeyê wê di hewşa malekê de bi awayekî binaxkirî hat dîtin. Beriya 6 mehan ji bo Apaydin serlêdana windabûnê hatibû kirin û hat tespîtkirin ku Apaydin herî dawî li wesayîta cerdevanê bi navê Nîhat Cav siwar bûye. Piştre faîl hat binçavkirin û li mikûr hat ku Apaydin kuştiye û di hewşa mala xwe de veşartiye. Cihê ku kujer diyar kir hat vedan û cenazeyê Apaydin hat dîtin.     Cenazeyê Apaydin rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya li Xarpêtê.