Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in 2022-05-16 16:11:30   AMED/EDENE - Ayşe Acar Başaran di Konferansa Jinan a HDP'ê ya Herêmê de axivî û bertek nîşanî êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan da û got: "Em ê li dijî zilma rejîma serweriya zilam, jiyana azadîxwaz a jinan ava bikin. Em di azadiyê de bi israr in."    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya Kongreya Mezin a HDP'ê konferansên herêman li dar dixe. Meclisa Jinan a HDP'ê Konferansa Herêma Amedê û Çûkûrovayê li dar xist.    Konferansa Herêma Amedê li eywanek dawetê ya li navçeya Peyasa Amedê hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlihê, Dayikên Aştiyê beşdarî konferansê bûn. Alên HDP'ê û pankarta "Em di azadiyê de bi israr, di tekoşînê de bi biryar in" hatin daliqandin.    Konferansê di şexsê Aysel Dogan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi dirûşma "Şehîd namirin" hat dest pê kir.    'AYSEL DOGAN RÛMETA ME YE'    Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrişa li ser cenazeyê Aysel Dogan a li Dêrsimê û got: "Aysel Dogan a ku bi salan e li sirgunê bû ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Hevala me ji roja çavên xwe ji cîhanê re vekiriye li dijî polîtîkayên li dijî gelê kurd li berxwe daye. Jiyana xwe di oxira siberoj û azadiya gelê kurd de derbas kir. Me bi hev re dît ku kurd dema jiyana xwe ji dest didin dijminatî li ser cenazeyên wan dewam dike. Di kîjan ehlaq, hiqûq û pirtûkê de cenaze wekî dijmin tê dîtin? Aysel Dogan rûmeta me ye."   'EM Ê LI HER DERÊ BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN'    Acar da zanîn ku wan bi coşeke mezin Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirine lê belê bi astengiyan re rûbirû mane û wiha pê de çû: "AKP dibêje me pêşiya zimanê kurdî vekiriye. Wekî lutfekê nîşan dide û dibêje 'hûn dikarin zimanê xwe hîn bibin'. Zimanê kurdî kirin zimanê bijarte lê mamoste tune ye. Hîn li parlamentoyê dema bi kurdî tê axaftin dibêjin 'X' zimanekî nayê zanîn. Hîn Serokomar dibêje pirsgirêka kurd tune ye. Lê pirsgirêk di zihniyeta wan de ye. Hûn dijminatiya kurdî dikin. Hûn dijminatiya dîrok, çand, hunera kurdan dikin. Do destûr ji bo konsera dê Aynur Dogan li Derinceyê bidaya nehat dayin. Zanîbûn dê bi zimanê kurdî konser bê dayin loma destûr nedan."   'ÊRIŞÊN LI SER ZIMAN ZÊDE DIBIN'    Acar da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûr bûye û wiha axivî: "Naxwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bikin. Dixwazin bi rêbazên şer çareser bikin. Zimanê me û nasnameya me tune dihesibînin. Ji bo em Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin em derketin qadan lê belê asteng kirin. AKP û MHP'ê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan dîsa nîşan da. Me ev tişt di hilweşandina goristanan dît. Her wiha me ev tişt di derxistina cenazeyên ji goristanan û veşartina wê ya di bin peyareyan de dît. Me ev tişt di kaşkirina cenazeyan de dît. Herî dawî me ev tişt di cenazeyê hevala me Aysel Dogan de dît."   'OCAXÊN TEVGERA TAYBET KÎ NE?'    Acar diyar kir ku ji 1'ê Gulanê heta niha 11 jin hatine qetilkirin û wiha domand: "Bi hêza ku ji dewleta mêr hat girtin hatin qetilkirin. Îqtîdara ku  bersivê nade serlêdanan bi taybetî êrîşî jinên kurd dike tecawizî wan dike û êrîşên xwe kûrtir dike. Herî dawî li Şirnexê jinek qetil kirin. Serokê Ocaxên Tevgera Taybet  Îbrahîm Barkin 4 salan êrîşî jina ku kuşt kiriye û şantaj lê kiriye. Vê jî têrê nekiriye wekî îqtîdarê ew qetil kiriye û cenazeyê wê avêtiye kêleka rê. Em ji Îpek Er dizanin û em dizanin. Ocaxên Tevgera Taybet kî ne? Girêdayî kê derê ne? Tenê ne bi operasyonên fiîzîkî yên qirkirinê, di kesayeta jinê de dixwazin hemû civakê bikin bin kontrola xwe. Di serdema dorpêça bajaran de kesên ku gotin Esadullah niha bi çeteyên cuda di rojevê de ne. Îqtîdara ku bi hemû hêza xwe 7 sal e êrîş dike bila li vê salonê binêre. Ev tenê hevalên me yên delege ne. Bila li qadên 8'ê Adarê binêre, bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne û paşve gav neavêtine. Tu encam ji rewşa Aysel Tugluk nayê girtin?  Me bi tu awayî gav paşde neavêtiye."   PERGALA AZADÎXWAZ    Acar herî dawî diyar kir ku ew ê bahsa di pêvajoya 2 salan de çi kirin bike û got: "Em ê li hemû herêman niqaş bikin ku em çawa dikarin serdema pêşiya xwe çawa bihêztir bikin? Em ê niqaş bikin ku em çawa dikarin li hember zîhniyeta olperest a zayendparêz têbikoşin û em ê li dijî vê bi hemû cudahiyên pergala azadîxwaz a  jinê civakeke nû biafirînin. Rêya we hemûyan vekirî be."   Konferans piştî axaftina Acar ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.    EDENE   Konferansa Jinan a Herêma Çûkûrovayê jî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr, di tekoşînê de bi biryar in" hat lidarxistin. Tevî parlamenterên HDP Tulay Hatîmogullari û Fatma Kurtalan gelek delegeyên bajarên Edene, Mêrsîn, Hatay û Osmaniyeyê beşdarî komferansê bûn. Li konferansê pankartên "Em di azadiyê de bi israr in, tekoşînê de bi biryar in" hat vekirin, wêneyên Denîz Poyraz û gelek jinên hatine qetilkirin hatin daliqandin.    Konferans bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji bo axafitina vekirinê Hevseroka Bajêr a HDP'a Edenê Helîn Kaya spasî li hemû kesên beşdar bûye kir.    'EM DEST JÊ BERNADIN'   Li ser navê dîwanê Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seher Kadîroglû delegeyan silav kir û ani ziman ku ew ji bo kongreya mezin û diyarkirina nexşerêya wê hatine gel hev. Kadîroglû destnîşan kir ku her kongreyek nûbûnekê, pêşveçûn û pêngavên nû di nava xwe de dihewîne lê belê pergala heyî êriş li nasname û destkeftiyên kurdan dike.   Kadîroglu bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk û ani ziman ku di şexsê Aysel Tûglûk de jinên nexweş dibin armanca êrişan û wiha got: "Tevî gefên li dijî partiya me ên 'ez ê te bizmar bikim' kongreyên me, çalakiyên me, çalakiyên me yên 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê nîşan dide ku em dê tekoşîna xwe bidomînin û li her qadekî rêxistinbûna xwe mezin bikin." Kadîroglû di berdawama axaftina xwe de da zanin ku ew dê li hemberî hemû zext û zoriyan bersivê bi xwerêxistinê bidin û wiha got: "Jin bi hev re bihêz in. Jin jiyan azadî û bijî tekoşîna me ya bi rêxistinkirî."    Piştî axaftina Kadîroglû konferans ji çapameniyê re girtî dom kir.