Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin 2022-05-15 17:27:27   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê, ji ber kuştina Sakîne Kultur Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin û 2 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, jina bi navê Sakîne Kultur bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê danîbûn qerexê rê. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Kultur de hatibû vekirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatin binçavkirin. Kirariyên her sê kesan li dozgeriyê berdewam dike.    Li aliyê din li navçeyê, xizmên Kultur û jinan kuştina Kultur şermezar kir û heta Edliyeyê Silopiyaye meşiyan. Polisan, li vir jinan asteng kir. Piştî ku demeke dirêj li ber edliyeyê bi dûrişmeyan sekinîn jin derbasî mala Kultur bûn.