Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng 2018-03-06 12:17:03 WAN - Endamên Platforma Jinan a Axtamara ku bi rojan e li Wanê xwe ji bo mitînga 8’ê Adarê amade dikin, li dijî cûdakariyê, êrîşên zayendî, bêdengkirin û koletiyê hemû jin vexwendîn qada mitîngê.  Li Wanê, Platforma Jinan a Axtara bê navber xebatên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ber dewam dikin. Xebatên mitînga Wanê ku dê hemû jinên Serhedî beşdar bibin, ber bi dawî ve diçin. Endamên Platformê, hemû jinên Wanî vexwendîn mitîngê.   ‘ÇARESERÎ TÊKOŞÎNA BI HEV RE YE’   Hevseroka Şaxa SES’ê ya Wanê Fatma Arslan, diyar kir ku dê cara yekemîn li vî bajarî 8’ê Adareke bi reng pîroz bikin û wiha axivî: “Ji bo mitîngê em pir bi kelecanin. Hedefa me mezine. Ji ber vê yekê me Platforma Jinan a Axtamara ava kir. Em armaca dikin ku ji hemû reng û nêrînên cûda jinan bînin gel hev. Çareseriya tekane têkoşîna bi hev re ya jinan e. Baweriya min bi serketina platformê tê. Em li bendêne ku hemû jin beşdarî mitînga me bibin.”   ‘DIVÊ JIN LI DÛRA HEMAN HESTÊ KOM BIBIN’   Endana Platformê Parêzer Dîlan Kunt Ayan jî, diyar kir ku nêzî hefteyekê ye bi jinan re çalakiyên 8’ê Adarê pêk tînin û wiha got: “Di 8’ê Adarê de em ê mitîngek mezin pêk bînin. Bi hemû rengên xwe em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin.”   ‘EM LI BENDÊNE HEMÛ JIN BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBIN’   Endama Platformê Hatîce Kiye jî, da zanîn ku hemû çalakiyên 8’ê Adarê platformê pêk anîn û wiha got: “Bi taybetî di hefteya dawî de xebatên me zêde bûn. Me çalakiyên cûr b cûr pêk anîn. Ji bo me ya herî girîng mayî jî mitîmga 8’ê Adarê ye.  Di pêvajoyek wiha derketina qadan xwedî wateyek mezine. Em hemû hinên herêma serhedê vedixînin mitîngê.  Em roja Pêncşemê saet 11.00’an de li Parka Aştiyê ya Musa Anter kom bibin û mitînga xwe pêk bînin. Em bang li hemû ji beşdarî mitîngê bibin.”