MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye 2022-04-22 14:14:20 NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP, li dijî zextan got ku gotina ku bibêjin û cureta wan a ku bikin heye û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.  Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî de bi sernavê "Rojnamegeriya kurdî heqîqeta di tariyê de derxisti holê" daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku rojnamegerên kurd bi bedekên giran kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Platformê, di daxuyaniya xwe de qala dîroka Rojnameya Kurdistan kir û destnîşan kir ku bi rojnameyê ji bo rojnamegeriya kurdî bingeheke dîrokî hatiye avakirin. Platformê, di berdewama daxuyanyê de li ser rola jinên kurd a di pêşketine çapameniya kurd de hat rawestiya û got ku mîrateya rojnamegerên jinên kurd rêya wan ronî dike.