Jin TV 8'ê Adarê dest bi weşane dike 2018-03-04 14:59:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Vakfa Jinan a Newa, diyar kir ku Jin TV ya di hemû weşanê de jin cih digirin, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dest bi weşanê dike.  Vakfa Jinan a Newa, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, dest bi weşana Jin TV dike.  Vakfa Jinan a Newa ku di 9'ê Çile de diyar kir ku dê Jin TV vekin û agahî dabû, têkildarî weşanê daxuyanî da û anî ziman ku Jin TV, ji 8'ê Adara 1857'an a New Yorkê heta 2018'an bi têkoşîn û keda hemû jinan vebûye.    DI 8'Ê ADARÊ DE DEST BI WEŞANÊ DIKE   Vakfê anî ziman ku Jin TV di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest bi weşanê dike û wiha “Jin di 8'ê Adara 2018'an de carek din li dijî tundî û zextan derdikevin qadan. Li dijî van dundiyan yek serîrakirinê vekirina Jin TV ye. Li dijî hişmendîya feraseta baviksalarî, bi armanca daxwazên xwe bîne ziman û xwe bêtir bi rêxistin bike têkidoşe. Yek ji perçeyê vê rêxistinibûnê belavkirina awaz û dengê jinan e. Ji bo bi hêz û xurt deng û awazên jinan bi cîhanê re parve bike di 8'ê Adarê de Jin TV  dest bi weşanê dike.    Em bagn li hemû jinan dikin ku ekrana Jin TV temaşe bikin. Em hemû jinan dawet dikin ku Dengê jinê û ruyê jiyanê: Jin TV temaşe bikin û bidin temaşekirin. Hûn dikarin televizyona me ya bi pir zimanî, pir çandî, pir alî û pir rengî weşanê esas digire li ser frekansên:    Peyk : Hotbird 13°E Frekans: 11 054 MHz  Polarizasyon: Horizontal Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6.”   temaşe bikin.