Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin 2022-04-16 16:15:47   EDENE - Li Edeneyê doza girtinê ya li KCDP'ê hatiye vekirin, hat şermezarkirin.    Li ser daxwaza Maseya Komeleyan û Walîtiya Stenbolê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê doza girtinê li Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) vekiribû. Doz bi sûcdariya “xebatên li dijî qanûn û ehlaqê bi rê ve dibe” hatiye vekirin.  KCDP ji bo rawestandina tundî û kuştina jinan ji sala 2010’an ve ji aliyê jinan û malbatên jinên hatin kuştin ve hatibû damezrandin.    Meclisa Jinan a Edeneyê û KCDP’ê li Parka Ataturka Edeneyê daxuyanî da û doza girtinê protesto kir. Li ser navê KCDP’ê Nazan Demîryurek daxuyanî xwend û anî ziman ku doz li dijî têkoşîna jinan hatiye vekirin û ew ê dest ji têkoşîn û rawestandina cînayetan bernedin.