Jinên siyasetmedar ên girtî: Tekane rê azadiyê! 2018-03-04 14:32:58 STENBOL - Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel li ser navê jinên siyasetmedar ên girtî peyama 8’ê Adarê şandin û gotin: “Ji Efrînê heya Amedê, ji Şengalê heya Stenbolê, li her derê û her rojê bi heman ruh û dengî em diqîrin: Tekane rê azadiye!” Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berÊ Fîgen Yuksekdag, li ser navê jinên siyasetmedar ên girtî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyama 8’ê Adarê şandin. Nameya peyamê ya li ser navê hemû jinên siyasetmedar ên girtî, di mîtînga 8’ê Adarê ya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê hat xwendin.     Peyama Tuncel û Yuksekdag wiha ye:    Jinên dildar û hêja, em we hemûyan bi coş û berxwedaniya 8’ê Adarê silava dikin. Li dijî hemû êrîş, şer, zilm û zordestiya OHAL’ê li kolan û qadan em dîsan serî hildidin. Dengê me di dijî dîwar û sînoran bi qîrîna ‘Em hebûn, em hene û em ê hebin’ dibe yek. Em bi hemû hebûn û kelecaniya xwe li gel wene. Em vîna we ya di qadan de bi ruhê 8’ê Adarê li hev civîna pîroz dikin. Em bawer dikin ku vîna jinan a 8’ê Adarê dê şer, OHAL û dorpêça faşîzmê bi berxwedaniyek girseyî bişkîne û têk bibe.    Ên ku komkujiya jinan rawestînin, dawî li wehşeta îstîsmara zayendî ya zarokan bîne, şerê li Tirkiye, Kurdistan û herêmê belav bûyî bi dawî bike, dê hêza jinan be. Jinên ku bi qêrîniya ‘Ev wiha naçe, yan azad yan azadî’ dê bi cesaret û berxwedanek mezin dê li dijî faşîzmê û desthilatdariyê heqîqê ava bikin.     Niha dilê me bi xwişkên me yên li Efrînê ji bo rûmeta jin biparêzin li ber xwe didin re ye. Jinên ku Efrîn ava kirin, niha bi berxwedana serdemê hemû nirxên jinan diparêzin. Bila hemû kes baş zanibe, berxwedaan Efrîn û jinan, berxwean dîrok û mirovahiyê ye û dê ev berxwedan qezenc bike. Rûmeta niha li Efrînê bilind dibe, li ber rûnahiya ala azadiyê, dê dîrokek nû binivîsîne.  Ji Efrînê heya Amedê, ji Şengalê heya Stenbolê, li her derê û her rojê, bi heman ruh û dengî em diqîrîn: Tekane rê azadiye!   Em cardin  we bi hemû hes û baweriyan silav dikin û em 8’ê  Adarê Roja Jinên Cîhanê li we hemûyan pîroz dikin. Em karker, karkerên çemawerî û nava malê, xwendekar, gundî, dikandar, Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî û hemû cûdahî xwe bi jinan re bikin yek, em ê pêşeroja xwe diyar bikin. Li ser navê jinên siyasetmedar ên girtî Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel.”