Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje 2022-04-09 14:43:42   ÊLIH - Şandeyeke jinên HDP’î ku parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî di nav de bû, çûn serdana Sevda Ergun ku zilamekî hewl da bikuje.    Jina bi navê Sevda Ergun ku dixwest hevjînê xwe Devran Ergun berde, di 2’yê nîsanê de li taxa Meydan a girêdayî navendê rastî êrişa bi kêran a hevjînê xwe hatibû. Ergun, di encama êrişê de birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Şandeyeke jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî di nav de bû, çûn serdana Ergun. Di seredanê de Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û Berdevka Tevgera Jinên Azad a Êlihê Gulistan Sonuk jî di nava şandeyê de bûn.    Parlamenter Feleknas Uca di serdanê de diyar kir ku Ergun bi tenê nîne û wiha got: “Hem di hêla hiqûqî de û hem jî li Meclisê em bi te re ne. Hemû jin bi te re ne. Di têkoşîna xwe de tu bi tenê nînî. Em ê her tim bi te re bin û bi destê te bigirin. Em ê bûyerê jî bişopînin.”