Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê jinan çalakî li dar xist 2018-03-03 13:52:23 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jin di civînên taştê de li hev kom bûn. Jinan bang li her kesî kir ku têkoşîna 8’ê Adarê xûrt bikin û pîroz bikin.  Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li gelek bajaran xebatên jinan dewam dikin. Di çarçvoya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Enqereyê li Bahar Cafeyê di taştêyê de li hev civiyan. Gelek endamên SES û her wiha rêveberên DÎSK û KESK’ê jî beşdarî taştêya kedkaran bûn.    Hevseroka Şaxa SES’ê ya Enqereyê Rona Temellî diyar kir ku demek dirêj e ew wisa nehatine gel hev û bang li jinan kir ku têkoşîna xwe bikin û beşdarî pîrozbahiyên 8’ê Adarê bibin.   Sekretera Şaxa SES’ê ya Enqereyê ya Jinan Nazan Karacabey jî bal kişand ser girîngî û wateya 8’ê Adarê û got: Têkoşîna jinê li dijî OHAL û KHK’yan dewam dike. Li gel ku bi KHK’yan bi neheqî me ji kar îxrac kirin jî, dengê me kêm nabe. Em hemû jinên girtî, li kolanan û têdikoşin silav û dikin û 8’ê Adara wan pîroz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî pîrozbahiyan bibin.”    JIN LI ÎZMÎRÊ LI HEV KOM BÛN    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê jî bi wesîleya 8’ê Adarê di taştê de hatin ba hev. Civîna taştêyê li Kafeya Han Konakê pêk hat û gelek jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Ev wiha naçe, ya azadî ya azadî” daliqandin û slogana “Jin jiyan azadî” berz kirin. Ji bo hemû jinên jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li ser navê jinan Endama Meclîsa HDP’ê Arîfe Çinar axivî û destnîşan kir ku Ji Clara Zetkînan, Xwişkên Mirabelê bigire heta Sakîne Cansiz û Sêvê Demîran pêvajoya faşîzmê rûyê xwe rast derxist holê û ew ê li dijî feraseta pergala dewlet û zilamê têbikoşin û bang li hemû jinan kir ku ji bo 8’ê Adarê dakevin qadan.    Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.   'JINÊN EFRÎNÊ BIPARÊZIN DÊ RÊXISTINBÛYÎNA XWE BIPARÊZIN'   Meclisa Jinan a HDP'a Dîlokê starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê dan. Jinan li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şehîdkamil taştê dan. Endama MYK'a HDP'ê Yurdusev Ozsokmenler, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê, rêxistinên EMEP û SYKP ên navçeyê û gelek jin di taştê de li hev kom bûn. Di taştê deYurdusev Ozsekmenler axivî û wiha got: "Cîhaneke ku jin ava bikin mimkûne. Rojava mînaka vê ya herî ber bi çave."    ‘ROJAVA MÎNAKA JIYANA WEKHEVÎ Û AZADIYÊ YE'   Ozsokmenler di dawiya xwe de bal kişand ser şoşera Rojava û wiha got: "Li Rojava jin û zilam bi awayekê wekhev û azad jiyana xwe bi hevre berdewam dikin. Jin û zilamên Rojava bi hev re DAIŞ têk birin. Cîhan bi heyrantiyek mezin  wan dişopîne.  Ji ber vê yekê desthilatdariya zilam û dewleta alîgirê tundiyê bûn dijminê Rojava. Desthilatdariya AKP'ê bi rêbazên zextan ên li ser Tirkiyeyê dixwaze Efrînê dagir bike. Jinên Rojava yên çeteyên DAIŞ'ê têk birin dê îro jî faşîzma AKP'ê têk bibin. Jinên îro Efrînê biparêzin, dê azadî û rêxistinbûyîna xwe biparêzin."