Li hemberî şideta mêr serî netewand: Helbet riyeke liberxwedayînê heye 2018-03-03 09:15:17 COLEMÊRG- Sûzan Oztunç ku dema hevjînê wê yê 18 salan xwest careke din bizewice, dest bi jiyaneke nû kir ji bo jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin got: "Li hemberî çewisandinan helbet riyeke liberxwedayînê heye."  Li Gevera Colemêrgê, yek ji wan jinên ku li hemberî şideta mêr, şidet, kedxwarî û newekheviya zayendî têdikoşe jî Sûzan Oztûnç (37) e. Dayika 6 zarokan Oztûnç, dema hevjînê wê yê 18 salan xwest cara duyem bizewice, dest bi jiyaneke nû kir û debara zarokên xwe dike. Oztûnç diyar kir ku hevjînê wê tehde lê dikir û got: "18 salan bi şidetê re rû bi rû mam. Tehde li min û zarokên min tevde dikir. Min û jina ku got 'hevjîna min e' anî malê bera hevdu dida. Heqaret li min dikir, digot 'wê dibistan xwendiye, tu cahil î.' Ode li me parê kirin got 'Tu yê li vir bijî, wê hevjîna min jî li vir.' Ev rewş nedihat îdarekirin. Wisa fikirîm ku çima ez li cem mirovê ku jiyanê li min dikir jehr bijîm."    Oztûnç, destnîşan kir ku mêrê ku pê re zewicandîbû li malê bavê xwe birîndar kiriye, lê belê sûc xistiye stuyê wê û ji ber vê hatiye binçavkirin û dema hatiye fêmkirin ku wê tiştek nekiriye hatiye berdan.    BI DOTINA PEZ DEBARA XWE KIR    Oztûnç, diyar kir ku ew çûye li gundê malbata xwe bi cih bûye û li wir ji xwe re xaniyek girtiye û paşê zarokên xwe aniye cem xwe. Oztûnç, bi lêv kir ku wê di şert û mercên zehmet de mala xwe raxistiye û li gund bi dotina pezên gundiyan dest bi kar kiriye. Oztûnç got: "Serê sibehê zû şiyar dibûm. Dema roj dihilat, hinekî dadiket jora gund. Min jî sîtilên xwe digirtin û diketim rê. Ev kar heta nîvroj dewam dikir. Çimkî min bi sedan mî didotin. Bi salan min hem pere ji vî karî qezenc dikirin, hem jî min penêr û mastê xwe werdigirt. Lê tenê bi vî karî min nikaribû debara xwe bike. Mesela min qaz kirîbûn. Min ew xwedî dikirin. Bi ser de jî min karê şerpe, patîk matîkan dikir. Min bi çend kar bi hev re dikirin. Ger min li zarokên xwe nenêriyana, wê hinekan bigotanan 'biçe cem hevjînê xwe'. Min nexwest kes vê gotinê bike."    Oztûnç, destnîşan kir ku dema ewil ji malê veqetiyabû, pirî caran jê re dihat gotin "vegere mala xwe", lê belê wê guh nedaye van gotinan û got: "Min got ger mesele debar be, hem ez ê nan bînim malê hem jî ez ê hezkirinê bidim zarokê xwe. Jixwe hevjînê min ji bo zarokên xwe tiştek nedikir. Li ji ber mêr bû wisa dikirin. Xerabî bikirina jî nedihat ber çavê kesî. Ji bo çi bila hevjînê min bi du jinan re bizewice? Tu dibêjî qey kesî mikemel e û ev yek mafê wî ye. Dema hêdî hêdî rewşa min a aborî baş bû, min li gund dikaneke biçûk vekir. Min 6-7 salan ew dikan bi rê ve bir. Herî dawî di dema qedexeya derketina derve de hat rûxandin û min careke din venekir. Lê zarokên min mezin bûn, 2 keçên min zewicîn û ew jî dixebitin."    'DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN'   Oztûnç, destnîşan kir ku têkoşîna wê neqediyaye û heta sax be wê bidome. Oztûnç got: "Hîn jî karê nîk û mekûkê dikim. Hînî xebatê bûm. Veqetîna ji hevjînê min gelek tişt hînî min kir. Dema li gel wî bûm ji bilî îşkence, şidetê tu tişt tune bû. Dema ji malê veqetiyam êdî hîn bûm ku derkevim nav mirovan."    Her wiha Oztûnç, ji bo 8'ê Adarê jî got, divê jin ji berê bêtir tev li 8'ê Adarê bibin. Oztûnç, destnîşan kir ku divê çewisandin hêzdarbûyînê hînî wan bikin û divê li hemberî çewisandinan li riyên liberxwedayînê bigerin û got: "Li hemberî çewisandinan helbet riyeke liberxwedayînê heye."    MA / Nimet Olmez