HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê 2022-04-04 15:18:07   ENQERE - HDP ya şerh danî ber sererastkirinên têkildarî tundiya li ser jinê ya di teklîfa qanûnê ya anîn de cih girtin wiha got: “Heke tê xwestin pêşî li şîdeta li hemberî jinê were girtin, divê desthilat dest ji xeta xwe ya siyasî ku serdestiya mêr mezin dike berde.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), şerhê muxalefetê danî ber “Teklîfa Qanûnê ya Têkildarî Qanûna Ceza ya Tirk û Guhertinên di Hin Qanûnan de” ku tundiya li ser jinê û tundiya di tenduristiyê de rast sererast dike. HDP’ê di di şerha ji 12 rûpelan pêk tê ku ji aliyê endamên Komîsyona Edaletê ve hat amadekirin de wiha got: “Heke tê xwestin pêşî li şîdeta li hemberî jinê were girtin, divê desthilat dest ji xeta xwe ya siyasî ku serdestiya mêr mezin dike berde.” HDP’ê di şerhê de bal kişand ser pergala tenduristiyê jî û pirsgirêkên wê vegotin.