TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin 2022-04-03 12:46:35   AMED - TJA'yê têkildarî 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku 4'ê Nîsana ji bo wan tê wateya vejînê û ev bang kir: “Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pêşwazî bikin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi sernavê “Ro ya ku li Amarayê hil tê hêj jî cîhan û jinan ronî dike” daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê da zanîn ku Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran de ye û wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Em rojbûna 73’yemîn a Ocalan li hemû gelan û jinan pîroz dikin. Em, 4’ê Nîsanê ku bo me tê wateya ‘vejînê’ bi coşa Newrozê pîroz dikin.”    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Di serdemeke ku gelê kurd dihat qirkirin û bi polîtîkayên qirkirina çandî û siyasî rû bi rû de birêz Ocalan li dijî şêlandin û dagirkeriyê têkoşîna hebûna da destpêkirin. Mezintirîn pirsgirêk, weke pirsgirêka jinan pênase kir û got ku heke pirsgirêka jinan çareser nebe, pirsgirêkên civakê jî çareser nabin. Bi vê rastiyê, têkoşîna azadiya jinan di jiyana xwe de kir têkoşîna herî dijwar.   Birêz Ocalan bindestiya jinan û kêmdîtina wê ya di nava civakê de red kir û bi vê redkirinê re jî kir ku rêxistiniyeke xweser ava bibe. Di her dahûrandina xwe de pirsgirêka azadiya jinan wekî pirsgirêka bingehîn destnîşan kir. Vê yekê jî rê li ber têkoşîna jinên kurd vekir. Rêberê Gelê Kurd, di nîşandana heqîqeta jinan a bi jiyanê re de jî kedeke mezin da û hewldanên wî yên girîng hebûn.    ÊDÎ HEMÛ CÎHAN JINÊN KURD DIŞOPÎNE   Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a birêz Ocalan bi Şoreşa Rojava re jiyanî bû û bû hêviya hemû gelên berxwedêr. Têgeh, teorî û bîrdoziyên di têkoşîna her çar perçeyên Kurdistanê de hatine bikaranîn, êdî gihiştine asteke wisa ku hemû cîhan ji nêz ve dişopîne. Her wiha jin xwedî li zanista Jineolojiyê derdikevin û pêşve dibin. Di dahûrandina têkiliyên di nava jin û mêran de bi têgeha hevserokatiyê di siyasetê de cih girt û li hemû qadên jiyanê tê pêkanîn.    QEYRAN Û XIZANÎ PARÇEYEKE TECRÎDÊ YE   Niha bi milyonan jin azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dixwazin ku 23 sal in di bin tecrîdeke li dinyayê nehatiye dîtin de tê ragirtin. Ev tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd, di serî de jin li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Qirkirina jinan, destdirêjî, tacîz û tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Jinên pêşeng ên li dijî vê têdikoşin jî bi gefa binçavkirin û girtinê rû bi rû dimînin. Dîsa di serî de girtiyên nexweş û yên siyasî, mafên wan tên binpêkirin û îşkence lê tê kirin. Qeyrana aborî, bêkarî, kedxwarî û xizanî her roj zêdetir dibe ku ev jî parçeyeke encama tecrîda li Îmraliyê ye.    DÊ BIBE WESÎLEYA JIYANA AZAD   Ji hêla dîrokî, felsefî û siyasî ve azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya jinan pêwendiyeke wan bi hev ve heye. Li dijî hewldana nixûmandina vê rastiyê, hewceye divê hemû kesên azadîxwaz mil bidin milê hev. Em di serî de bejna xwe li hemberî wan kesên di 4’ê Nîsanê de dema ber bi Amarayê ve diherikîn hatibûn qetilkirin ditewînin û dibêjin ku 4’ê Nîsanê dê bibe wesîleya jiyaneke azad. 4'ê Nîsanê ku bo me tê wateya ‘vejînê’, li xwezayê, li gelên berxwedêr, li kedkar û hemû jinên ku rastiya jiyanê derdixînin holê pîroz be.”