Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin 2022-04-02 15:58:37   STENBOL - Jinên ku bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan a 73’yemîn hatin gelhev, şitil çandin.    Jinan bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan a 73’yemîn pîrozbahî kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê, Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Marmarayê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) şitil çandin û paste birîn.    Jinên ku li qada ku lê şitil werin çandin kom bûn xwestin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê de bi dawî bibe û hemû girtî azad bin. Jinan, bi hêviya Rêberê PKK’ê azad bibe û aştiyek pêk were şitil çandin.