Li Amedê girtina jinan hat protestokirin 2022-03-20 16:15:42   AMED - Jinan li Amedê girtina 11 jinan protesto kir û jinan got ew  ê li ber binçavkirin û girtinan serî netewînin.    Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê tevî gelek nûnerên rêxistinên sivîl têkildarî girtina 11 jinên ku di nav de endamên sendîkayê, siyasetmedar û aktîvîstên jin hebûn, duh li Amedê hatin girtin, li ber Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em bêdeng nabin, paş de gav navêjin" hat vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî tekoşîna jinan”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” hatin berzkirin.   Li ser navê KESK’a Amedê Songûl Can daxuyanî da û bal kişand ser serdagirtina malên jinan û got: "Hûn nikarin bi van operasyonan dengê jinan qut bikin. Em dê tim li qadan bin û ji bo mafên xwe têbikoşin.”   Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak jî axivî û bal kişand ser tundiya li jinan tê kirin û got: "Hikûmet dixwaze bi vê tundiyê civak ji hev veqete û kes dengê xwe dernexe. Bila rayedar bizanibin ku em ê dest ji destkeftî û mafên xwe bernadin. Em ê tevî her cûre zext û tundiyê tekoşîna xwe berdewam bikin, tu tundî dê pêşiya me jinan negire. Em ê serê xwe li ber zextên we netewînin û hûn nikarin me bêzar bikin.”