Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê 2022-03-13 16:04:07   MÊRDÎN - Komxebata Meclisa Jinan a Şaxa KESK’ê ya Mêrdînê ku bi dirûşma “Ji bo Jiyaneke Bêtundî Bangewaziyek” hat lidarxistin, bi dawî bû. Di pêşrapora komxebatê de bang li desthilatdariyê hat kirin ku Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê.    Komxebata Meclisa Jinan a Şaxa Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê ku bi dirûşma “Ji bo Jiyaneke Bêtundî, Bangewaziyek” Bangewaziyeke bo Jiyaneke Bêtundî” li dar xist, bi dawî bû. Komxebat, li Eywana Konferansê ya Baroya Mêrdînê hat lidarxistin û bi forumê berdewam kir. Bi bidawîbûna forumê re jî pêşrapora komxebatê hat ragihandin. Rapor, ji hêla Sekretera Perwerdeyê ya Şaxa Egîtîm Sen a Mêrdînê Duygu Ozbay ve hate xwendin.    ‘NEWEKHEVÎ ZÊDE DIBE’    Ozbay, diyar kir ku dîroka mirovahiyê di heman demê de dîroka têkoşînê ye û wiha got: “Sedema pirsgirêkên ku jin, nîjad û kesên meyla wan a zayendî cuda ne dijîn û şerên heyî, çanda mêrtiyê ye ku weke nûwaze tê nîşandan. Hejmara jinan a di qada cemariyê de zêde dibe lê ev tenê bi hejmarê re bisînor e. Weke ku saziyan xwe ji zayendperestiyê paqij kiribin nîşan didin lê di esasê xwe her tişt li gorî rolên zayenda civakî teşe digire. Ji ber vê sedemê ye ku newekheviya rolên di zayenda civakî de li van saziyan dîsa tên afirandin û berbelavkirin.”    Di berdewamê de Ozbay destnîşan kir ku di serî de jin, tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê her ku diçe zêdetir dibe û wiha pê de çû: “Ev jî xetereyeke mezin li ser xebatkarên tenduristiyê çê dike. Tevî vê yekê jî rayedar pêşî li ber vê tundiyê nagirin. Tundiya ku em li mal, dibistan, kolan û di her qadê de rast tên, bandoreke giran li jiyana me dike.”   ‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE WARÊN MIRINÊ’   Ozbay, daxuyand ku bi sepanên OHAL’ê û pêvajoya pandemiyê re, binpêkirinên li girtîgehan jî derketine asta herî jor û wiha derbirî: “Di encama tecrîda giran û derhiqûqî ya AKP-MHP’ê de, girtîgeh veguherîne warên mirinê. Tacîz, destdirêjî û îşkenceyên li girtîgehan li jinan tên kirin jî zêdetir bûne. Bi van binpêkirinan re girtiyan terkî mirinê dikin. Darbestên di demên dawî de ji girtîgehan derketin jî nîşaneya vê rastiyê ne. Her wiha Saziya Tipa Edlî (ATK) li gorî biryarên siyasî tevdigere û girtiyên nexweş berneda. Aysel Tugluk jî yek ji mînakên vê ye. Divê ATK, ne li gorî biryarên siyasî lê li gorî zanista etîkê tevbigere.”    Herî dawî jî Ozbay ev tişt anî ziman: “Ji ber ku bergiriyên xurt nayên girtin, her ku diçe jin bêhtir tên qetilkirin. Dixwazin bi Pakêta Darazê ya 6’emîn re mafê nefeqeyê yê jinan ji destê wan derxînin. Tirkiyeyê, her wiha xwe ji Peymana Stenbolê jî vekişand. Divê di zûtirin dem de Peymana Stenbolê bikeve meriyetê. Divê peymana ILO 190 ku jinan ji îstîsmar, mobîng û tundiyê diparêze dîsa were îmzekirin. Divê di rêziknameya hemû saziyan de wekheviya zayenda civakî hebe, tev li mufredata perwerdeyê bê kirin, qanûna bi hejmara 6284’an bi awayekî çalak bikeve meriyetê, KESK û hemû rêxistinên civaka sivîl pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bi awayekî fermî qebûl bikin, tecrîd û îşkenceya li ser girtiyên jin û hemû girtiyên nexweş bi dawî bibe. Dixwazin di qanûna TCK 103 ku derheqê îstîsmara zayendî zarokan de ye, guherînan bikin. Bi kurtasî dixwazin destdirêjiyê rewa bikin. Bi pakêtên darazê yên nû re jî desthilatdarî destkeftiyên jinan hedef digire. Em van êrişan û hewldanan qebûl nakin. Yek ji mijara sereke ya komxebata me jî ev bû.”    Daxuyanî bi çepikan û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.