Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê 2022-03-13 11:59:39   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di 8’ê Adarê de li her devera cîhanê jin daketin qadan û ev jî tespîta ku dibêje ev sedsal dê bibe sedsala jinan, piştrast dike. Başaran, got ku coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê.   Di pêvajoyeke ku ji bo tifaqa demokrasiyê û têkoşîna hevpar nîqaş û xebat tên kirin de, jin di 8’ê Adarê de daketin qadan. Jinan, bi coş û kelecana xwe re careke din hêza tifaq û piştevaniya jinan nîşan dan. Jinên ku di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema zadiya jinan e” daketîn qadan, niha jî ji bo Newrozê amadekariyan dikin.    Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin her tim li qadan piştevaniya hev dikin û dê piştevaniya jinan a di 8’ê Adarê de bandorê li Newrozê jî bike. Başaran, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.     ROLA JINAN A DI AVAKIRINA TIFAQÊ DE   Ayşe Acar Başaran bal kişand ser rola jinan a di tifaqa demokrasiyê de û wiha got: “Ev demekî dirêje li Tirkiyeyê ji bo tifaqan nîqaş tên kirin. Divê ne tenê ji bo hilbijartinan, ji bo pêdiviyên din tifaq bên avakirin. Wekî li seranserî cîhanê, li Tirkiyeyê jî rejîmên rastgir ên populîst ên mêrê serdest tên avakirin. Li dijî vê xetê, xeteke alternatîf tê avakirin. Li di bingehê de tu cudahiya van xetan ji hev nîne. Di rewşeke wiha de partiya me û gelek partî û rêxistinên din ji bo avakirina alternatîfeke ku pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ava bike hatin ba hev. Weke Meclisa Jinan a HDP’ê me jî di vê mijarê de nîqaş kirin. Bi heman rengî li qadên cuda de jî jin heman nîqaşan dikin. Lê ji bo me tevekan jî mijareke sereke ye.”    ‘JIN DI HER MIJARÊ DE XWEDÎ GOTIN IN’   Başaran, diyar kir ku di metna partiyên muxalefetê de têkildarî jinan tiştek nîne û xuya dibe ku li ser navê jinan biryar hatine dayîn. Başaran, bi domdarî bal kişand ser Tifaqa Demokrasiyê û wiha pê de çû: “Em xwedî tecrûbe û modelên cuda ne. Pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev çend mînakên vê rastiyê ne. Hinek proje jî hene ku jin û mêr bi hev re dimeşînin. Heke vê rastiyê tune bihesîbinin, wê demê tişta ku hûn dikin ji yên dijberî we cudatir nînin. Li rexekî rejîma yekzilamî û li rexa din jî rewşa vê rejîmê ya hatiye restorekirin ku jin weke bireser tên dîtin. Ev bû 5 hezar sal ku tevahiya civakê encamên giran ên pergala dewletê ya mêrê serdest dijîn. Şer jî encama wê ye. Heke hewla we ew be ku hûn pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî li gorî zîhniyeta mêrê serdest û mêtingeriyê çareser bikin, wê demê dê bêencam bimînin. Pirsgirêka kurd jî yek ji van pirsgirêkan e. Jin êdî ne tenê ji bo pirsgirêka jinan, ji bo hemû pirsgirêkan xwedî gotin û rêyên çareseriyê ne. Em dixwazin werin ba hev û hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Jixwe HDP, partiyeke tifaqane ku gelek jinên ji derdorên cuda di bin heman sîwanê de têdikoşin. Partiya me li gorî perspektîfa neteweya demokratîk nêz dibe û nîqaşên bicihanîna vê dimeşîne.”    ‘JINAN PEYAMEKE XURT DAN DEWLETÊ’   Di berdewamê de Başaran behsa coşa 8’ê Adarê kir û wiha got: “Li Tirkiye, Kurdistan û her çar aliyên cîhanê jin daketin qadan û îspat kirin ku tespîta ku dibêjin ev sedsal sedsala jinan e tespîteke rast e. Jin, li her çar aliyên cîhanê rastî êrişan tên. Lê belê rastiyek heye ku ev yek bo netewe dewletan têkçûnek û ji bo jinan jî serkeftineke. Tecrîd, girtiyên nexweş, Peymana Stenbolê, tundiya li ser jinan û rewşa hevala me Semra Guzel rojeva me ya sereke bû. Jinan, hemû barîqet hilweşandin û daketin qadan. Peyameke xurt dan dewlet û desthilatiyê. Em ê paşde gav neavêjin. Ji ber ku em baş dizanin bê ka dê çi winda bikin. Di van salên dawî de yekemîn car bû ku 8’ê Adarê ewqas bi coş û rengîn derbas bû.”    ‘EM DIKARIN TIFAQA HÎN XURTIR BIKIN’   Bi domdarî Başaran daxuyand ku divê jin piştevanî û tifaqa xwe mezintir bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin. Başaran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê yên dîlgirtî, em jî parçeyeke dîlmayîna li civakê tê ferzkirin in. Hinek kes kom dibin û derheqê pêşeroja me de, derheqê hebûna me ya di siyasetê de biryaran didin. Lewma ji bilî têkoşîn, piştevanî û tifaqeke hevpar tu rêyeke din bo me nîne. Em, li dijî tundiya ser jinê, êrişên li ser destkeftiyên jinan tên ba hev. Em dikarin vê hîn xurtir bikin. Hewl didin jinan ji hev dûr bixin. Hewl dan TJA û Komeleya Jinan a Rosayê terorîze bikin û bi tenê bihêlin. Lê belê jinan ev hewldan baş ferq kir. Lewma jî nehatin xapandin. Niha hevgirtineke xurt di navbera jinan de heye. Hêvîdarim ku em vê hevgirtinê hîn xurtir bikin.”    BANGA NEWROZÊ   Başaran, anî ziman ku îxtîmala serkeftinê ya her têkoşîna jin jê re pêşengtiyê dikin zêde ye û wiha bi dawî kir: “8’ê Adarê û Newroz çend mînakên vê rastiyê ne. Her cara ku jin di 8’ê Adarê de dadikevin qadan, heman coş diherike qada Newrozê jî. Ne tiştekî rasthatî ye ku li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê jin pêşengtiya têkoşînê dikin. Baş di ferqê de ne ku têkoşîna wan a piralî di veguherîna civakê de xwdî bandoreke mezin e. Bi bîrdoziya rizgarî azadiya jinê re dikare tiştekî nû were afirandin. Û em baş dizanin ku ji bo vê jî hêza me heye. Jin dê berxwedan û israra xwe ya di 8’ê Adarê de biherikînin qada Newrozê jî. Me di 8’ê Adarê de got; ‘Em ê bi hev re biguherînin, niha dema jinan e’ û em ê di Newrozê de jî bibêjin; ‘Dem dema serkeftinê ye.’ Me her ji niha ve dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir. Ji her niha ve ez Newrozê hemû kesî pîroz dikim. Bang min ji bo hemû jinan ew e ku qadên Newrozê bi rengên xwe bixemilînin.”    MA / Zemo Aggoz