Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim 2022-03-09 14:22:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Zeyneb Celaliyan a ku li Îranê ev 15 sal in girtiye û îşkenceyên giran lê hatine kirin bi rêya nameya ku şand wiha got: "Zalim tenê dixwazin ez poşman bibim. Ez ê çawa li dijî ewqas zilaliyetê û îşkenceya li min hatiye kitin tobe bikim? Zalim çiqas zilmê û îşkenceyê zêde bikin ez ê ewqas zêdetir bibim leheng."   Girtiya kurd a siyasî Zeyneb Celaliyan a 15 sal in di girtîgehên Îranê de tê girtin bi nameyekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de îşkenceya ku li Girtîgeha Îstîxbarata Sepah a Kirmaşanê lê hatiye kirin, eşkere kir.   Zeyneb Celaliyan di destpêka nameya xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Bi dil û can 8’ê Adarê li dayika xwe, jinên li hêviya hezkiriyên xwe û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku jinên azadîxwaz her tim li dijî rejîmên dîktator şer kirine û van jinên leheng jî bi xwîna xwe 8’ê Adarê di dîrokê de tomar kirine. Ey zalim, hûn temaşe dikin, ma hûn nabînin bi komkujî, îşkence û zindankirina me jinan hûn nikarin daxwazên me rawestînin. Dema ku jin bi azadiyê hesiyabe û bi rêwîtiya wê de çûbe tu zordarî nikare wê ji rêya ku daye pêşiya xwe vegerîne.   'ÎŞKENCEYÊN GIRAN LI MIN KIRIN'    Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de îşkenceya lê hatiye kirin wiha aniye ziman: “Dema ku di destê zordarên Komara Îslamî de bûm, ez bi vê yekê hesiyam. Cilên min li ser laşê min çirandin, çavên min girtin, dest û lingên min bi cihek hesinî ve zincîr kirin û dest bi îşkenceya giran kirin. Bi kabloyê qamçî li bin lingên min xistin, lingên min werimîn û birîn bûn. Ewqas îşkence li min kirin ku êdî min hîs nedikir. Tevahiya laşê min tevizî bû, êdî min nikaribû laşê xwe kontrol bikim, min pantorê xwe şil kiribû. Erê şerm e, lê ez bi xwe ne jî ji bo kesên ku ev karesat bi serê min de anîne, nizanim. Ey wijdanên şiyarbûyî, mafê we ye ku hûn wan gunehbar bikin, ji bilî azadî û wekheviya mirovan tu daxwazek din tuneye û yên ku ji bo berjewendiyên xwe ev qas îşkence li min kirine sûcdar in?! an ez?!.”   EW BI HÊVÎ YE KU WÊ JIN BIGIHÎJIN AZADIYA XWE    Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de gazî her kesî kir ku li dijî îşkenceyê rabin û got: “Bi xwe wan gunehbar bikin, ez bi qasî deh sal berê wiha nebûm, hemû ji îşkencê bûye. Dema ku îşkencekaran ez êşandim, tişta ku ji min re mabû, bîr û baweriyên min û hêviya min ji bo jinên têkoşer û paşerojê bû. Heger ez bêjim ku pênûs nikare derdê min binivîsîne ez mezin nakim, ji ber ku min beşek biçuk ji îşkenceya xwe ji we re got. Hêvîdar im di vê roja bi wate de hemû jin bigihin azadiya xwe.”   'DIVÊ EM JI BO AZADIYÊ BEDEL BIDIN'    Zeyneb Celaliyan wiha axiviye: “Carinan ez difikirîm ku ez li ku derê dinyayê me, an jî li ku derê di wextê xwe de asê mam. Ez çiqas hewl bidim jî ez ê rêyekê nebînim. Ma ev mafê min e? Ji bo ku şahidiya darvekirina hemwelatî û xizmên xwe bikim û nefes negirim?! Şer, kîn, durûtî, kuştin û îşkence ev hemû tişt di dema herî asayî de pêk tên û zaliman ji bo her sûcekî xwe sedemek an hincetek heye û ji bo min ya herî bi êş ev e. Ey jinên wêrek û fedakar, gotina ku agir dudil e bêje. Ez mirinê ji tu kesî re, ji zaliman re jî naxwazim. Em bi hev re li dijî zaliman têbikoşin ku em bi keda xwe zaliman ji welatê xwe derbixin. Ji bo ku sibehê em ji jinên jiyana xwe ji dest dane şerm nekin. Ji bo azadî û wekheviyê hewce ye em bedel bidin.”   'EZ WÊREKTIR Û BERXWEDÊRTIR DIBIM'    Zeyneb Celaliyan nameya xwe wiha bi dawî dike: “Ez Zeyneb im, Zeyneb Celaliyan; Jineke kurd ku di girtîgehê de şahidê bi sedan tawanên Komara Îslamî bû û bû şahidê îftira, heqaret, îşkence û ji hemûyan xerabtir îdamkirina deh hevalên min ên girtî. Ma êşek ji vê mezintir heye?! Ev zaliman tenê ji min dixwazin ku ez poşmaniya xwe bînim ziman. Ma gelo ji dîtina vê zilm û zorê ya min bi çavê xwe dîtî çî heye yan jî çawan poşman bibim? Bawer bikin, her ku zalim zilm û îşkenceyê li ser min zêde dikin, ez wêrektir û berxwedêrtir dibim."