Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin 2022-03-09 11:33:49 WAN - Jinên ku tevlî mitînga 8'ê Adarê ya Wanê bûn, diyar kirin ku wê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin û ev tişt gotin: "Em ê azadiya Ocalan û girtiyên nexweş biqîrin"   Duh ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a HDP'ê ve li Parqa Mûsa Anter a Wanê bi dûrişmeya “Dem Dema Azadiya Jinan e” mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Bi hezaran jinên ku li qada mitîngê hatin gelhev azadiyê qêriyan. Jinên ku tevlî mitîngê bûn, diyar kirin ku wê bi coşa 8'ê Adarê biherikin qada Newrozê û bang kirin ku ji niha ve amedekariyên Newrozê bên kirin.     VEXWENDINA NEWROZÊ    Tûgba Çîftçî, qala dîroka zet û tundiyê kir û ev tişt got: "Zilma li ser jian ne tenê lêdan û kuştine. Di her warî de zilm didome. Ji tenduristî, perwerde û çandê bigire heta wêjeyê di her warî de jin tên paşguhkirin. Divê êdî jin li dijî vê paşverûtiyê serî hildin. Meha adarê ji bo jinên kurd gelek girîng e. 8 û 21'ê Adarê rojên ku di wan de azadî tên qîrkirin. Ji ber vê em hemû jinan vedixwînin Newrozê."   SERHILDAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ   Jina bi navê Rojan Bûlût jî bi lêv kir ku wê jin li dijî zextan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestin û ev tişt anîn ziman: "Timik zext li jinan tê kirin. Em van tiştên tên kirin qebûl nakin. Armanca me ya li vir serîhildana li dijî van zextan e. Em ê bi têkoşînê dawî li van zextan bînin. Niha li welat faşîzm li ser jinan tê meşandin. Lê bi taybetî jinên di bin êrişên dewlet û zilam de vê serhildanê ji tevahiya dinyayê re ragihînin."   YEKITÎ ŞERT E   Leyla Suyet jî got ku li her qada jinayê li dijî zilma ku li wan tê kirin li ber xwe didin wiha axivî: "Divê em mîna 8'ê Adarê bibin yek û biherikin qada Newrozê û hêza xwe deynin holê. Ji bo tiştên tînin serê jinan divê herkes serî hilde. Em jin êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Lê ji bo ku ev bên kirin divê em bibin yek."   'JI DEWLETÊ HÊVIYA ME TUNEYE'   Zerî Abî jî destnîşan kir ku ew girtina jinên polîtîk ku ji ber nirxên diparêzin tên girtin qebûl nakin û wiha got: "Roja hemû jinan pîroz dikim. Bila êdî cinayetên jinan nebin. Heke jin bibin yek wê azad bibin. Divê hemû jin bên qada Newrozê û bertekên xwe bînin ziman. Em ê li qadan bibêjin, 'Em hene û azad bibin'. Ji dewletê hêviyeke me tuneye. Em ê mafên xwe bi têkoşînê bigirin."   'JI BO OCALAN Û GIRTIYAN AZADÎ'   Herî dawî jina bi navê Nîmet Abî jî da zanîn ku wê di Newrozê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin û wiha pêde çû: "Êdî em naxwazin ne tirk ne jî kurd bimirin. Em ji bo herkesî doza azadiyê dikin. Divê jinên kurd hem ji bo Ocalan hem jî ji bo girtiyên tişta ji destê wan tê bikin. Demildest bigihîjin azadiya xwe. Em ê jî li qadan ji bo girtiyan azadiyê biqîrin. Ev Newroz ji bo me wê bibe serhildan. Ji ber vê dixwazim herkes tevlî Newrozê bibe."