ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir 2022-03-08 16:15:37   ÎZMÎR - Kmîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê Rapora Binpêkirina Mafên Jinan a Herêma Egeyê eşkere kir û ragihand ku di sala 2021’an de li vê herêmê herî kêm 683 binpêkirinên mafan qewimîne.    Komîsyona Mafê Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Rapora Binpêkirina Mafê Jinan a Sala 2021’an a Herêma Egeyê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Civîn li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya daxuyaniyê xwend. Karakaya da zanîn ku rapora wan di encama serlêdana jinan, jinên girtî û parêzeran de hatiye amadekirin û behsa girîngiya têkoşîna jinan a li dijî neheqiyan kir. Karakaya anî ziman ku li cîhanê hemû pirsgirêka hevpar a jinan tundiya pergala serdestiya zilaman e.    683 BINPÊKIRIN QEWIMÎNE    Piştî daxuyaniyê Ayşenûr Kizaroglu jî rapora bîlançoya mafê jinan ên li herêmê qewimîne eşkere kir û destnîşan kir ku bi giştî di nava salekê de 683 binpêkirin qewimîne.