Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin 2022-03-08 15:42:39   AMED - Zilamek li Amedê tacîzî zarokek keçik kir. Xelkê hêrsa xwe nîşanî tacîzkar da. Polîsan tacîzkar binçv kir.    Li Amedê di kêliya ku jin bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê ji bo li dijî tacîz, tecawiz û tundiyê nerazîbûna xwe nîşan bidin kom dibûn, li navçeya Yenîşehîrê bûyerek îstîsmara cinsî qewimî.    Li kuçeya 3’yemîn a navçeya navendî Yenîşehîrê zilamek 35 salî ku li otoparkek girtî dixebitî, li gorî îdiayan xwest ku ev zilam tacîzî zarokek keçik bike. Hin welatiyên ku bûyerê ferq kirin, bertek nîşanî tacîzkar dan. Polîs hatin cihê bûyerê. Tacîzkar binçav kirin. Di vê kêliya ku polîsan tacîzkar ji otoparkê derxist, welatiyên derdorê hêrsa xwe nîşanî wî dan.    Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.