Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist 2022-03-06 16:56:04   STENBOL - Li Stenbolê jinan bi boneya 8'ê Adarê hevdîtinek mezin li dar xist. Di metna hevpar a li ser navê rêxistinên jinan hat xwendin de ji bo siyasetmedara girtî ya nexweş Aysel Tugluk û jinên girtî yên nexweş azadî hat xwestin.    Bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê bi dirûşma "Em li dijî xizanî, tundî û çewisandinê têkoşînê mezin dikin û hêza me ya guhertinê heye" li Qada Îskeleyê ya Kadikoya Stenbolê, "Hevdîtina Mezin a Jinan" li dar xistin. Jinên ku ji gelek navçeyên Stenbolê hatin ji cade û kuçeyên Kadikoyê heta qadê li gel dorpêça polîsan û hewaya sar meşiyan.    JINAN GUH NEDA ASTENGIYAN    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisên Jinan ên HDK, HDP'ê û endamên Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê ku li ber HDP'a Kadikoyê kom bûn bi pankarta "Dem dema azadiya jinan e" di rêza pêş de bi berzkirin dirûşman ketin qadê. Polîsan xwest jinan asteng bikin lê jinan guh neda astengiyê û meşa xwe berdewam kirin.   JIN BI KORTENA KETIN QADÊ    Jinên feminîst jî di bin pankarta bi dirûşma "Jinên feminîst aştiyê dixwazin", "Bijî 8'ê Adarê bijî piştevaniya jinan" û "Jin jiyan azadî" bi kortejan ketin qadê.   Her wiha gelek jinên endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên jinan jî bi meşên ku li dar xistin û pankartên xwe li gel berzkirina dirûşman hatin qadê.    BI HEZARAN JIN LI QADÊ KOM BÛN    Jin piştî li ser wan lêgerîn hat kirin ketin qadê, di ketina qadê de polîsan xwest ku pankartên jinan bigirin û dirûşmên wan asteng bikin lê jinan astengî nas nekirin û ligel pankartên xwe bi dirûşman li qadê cihê xwe girtin.    Hevdîtinê li qadê bi govend û berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî" dest pê kir.   JI AYSEL TUGLUK RE AZADΠ   Li ser navê Platforma Jinan a 8'ê Adarê Gamze Abay û Şenya Kumuz daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de behsa têkoşîna jinan hat kirin û hat gotin ji betalkirina Peymana Stenbolê vir ve kuştin û tundiya li ser jinan zêdetir bûye. Di daxuyaniyê de ji bo siyasetmedara girtî û nexweş Aysel Tugluk û jinên girtî yên nexweş azadî hat xwestin û hat gotin dê jin têkoşîna xwe mezintir bikin.