Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye 2022-03-06 16:24:22   AMED - Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê bi beşdariya Hevseroka xwe Giştî Eren Keskîn panela “mafê jinan” li dar xist. Keskîn got Ewropa şirîkê hemû sûcên li Tirkiyê ye.    Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de panela bi sermijara “Wek jinek parêzvanê mafê mirovan” li dar xist. Panel li Şanoya Bajêr a Amedê pêk hat. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn wek axivêr beşdarî panelê bû. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray jî moderatoriya panelê kir. Gelek jin beşdarî panelê bûn.    Rahşan Bataray bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û got pişgiriya ji bo dayikên zarokên xwe winda kirine gelek girîng e û bal kişand ser têkoşîna dayikan a ji bo edaletê.    TUNDÎ LI DIJÎ JINÊN KURD TÊ KIRIN    Hevserok Eren Keskîn li ser gelek mijaran axivî. Keskîn bal kişand ser helwesta Serokê HEP’ê yê Amedê û damezrînerê ÎHD’a Amedê Vedat Aydin û got ji ber sekna wî qedexeya li pêş kurdî rakir. Eren Keskîn anî ziman ku di salên 90’î de binpêkirinên herî zêde yên mafan qewimîn û têkoşîna ÎHD’ê ya li dijî binpêkirina mafê mirovan bi bîr xist. Keskîn da zanîn ku çawa li her qadê jinbûn zor e li qada têkoşîna mafê mirovan jî jinbûn zor e û bi salan e gelek jin rastî tundiya polîsan û leşkeran tên û di salên 90’î de jî bi hezaran jinên kurd bi tecawiz, zext, tacîz û tundiya dewletê re rûbirû mane.    ‘EWROPA ŞIRÎKÊ SÛCAN E’    Eren Keskîn bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan. Keskîn bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û ew di wê baweriyê de ne dê peymanê paş ve bînin. Keskîn destnîşan kir ku ji berê ve aqilê dewletê li dijî jinan û kurdan neguherî û got: “Erdogan niha bûye dewleta kûr. Karê me gelek zor e. Lê em ê ser xwe netewînin. Li Tirkiyê her cûre îşkence, tundî û sûc tê kirin. Ewropa jî şirîkên sûcên li Tirkiyê ye.” Keskîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk û xwest ku Tugluk tavilê were berdan.   Panel bi pirsên beşdaran û bersivên Keskîn bi dawî bû. Keskîn di dawiyê de ji bo beşdaran pirtûk îmze kirin.