Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin 2022-03-03 15:37:54   AMED - Dozger di danişîna doza rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş de ceza xwest.    Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş ji ber xebatên komeleyê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîna doza Ulaş li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ulaş û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û parastina xwe kirin.    Dozger di danişînê de mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir û xwest ceza li Ulaş bê birîn. Parêzeran xwest muwekîla wan bê beraetkirin û ji bo dikaribin li dijî mutalayê parastinê bikin dem xwestin. Dadger daxwazê qebûl kir û danişînê taloqî 14’ê hezîranê kir.