Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome 2022-03-01 09:03:05   STENBOL - Jina kedkar Meral Akdaş ku 297 rojan ji bo mafên xwe li ber Flormar Kozmetîkê li ber xwe da, niha jî li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalajê berxwedana xwe didomîne. Akdaş, dibêje ku dê têkoşîna 8'ê Adarê heta hetayê bidomînin.    Berxwedana karkeran, li Tirkiyeyê mohra xwe li sala 2021’an da. Berxwedana karkeran li seranserî bajarên Tirkiyeyê berbelav bûn. Karkerên ku heqê keda destê xwe nedigirtin, ji fabrîqeyan heta kolanan, li her deverê li ber xwe dan. Di van berxwedanan de jinên kedkar jî cih girtin û bi tu awayî qadên berxwedanê vala nehiştin. Jinan xwest ku ji bo heman karî, heman heqdest bê dayîn û mafên wan ên reha bên qebûlkirin. Li dijî betlaneya bêheq, xebata bêtemînat, bêkarî û şert û mercên giran ên kar, dengê xwe bilind kirin û ji bo hemû kedkarên berxwedêr bûn hêvî. Yek ji mînakên vê berxwedanê jî, berxwedana jinên li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalaj a li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê dixebitin e. Jinên ku li vê fabrîqeyê dixebitiyan, 4 mehan mûçeyên xwe newergirtin û di 4’ê sibatê de dev ji kar berdan. Jinên kedkar ku ev du sal bûn mûçeyên wan dereng dihatin dayîn û di 4 mehên dawî de jî mûçeyên wan nehatibûn dayîn, di 4’ê sibatê de dev ji kar berdan. Yek ji van jinan jî Meral Akdaş (43) e. Ev ne cara yekemîne ku Meral Akdaş ji bo xweha eniya xwe li ber xwe dide. Beriya niha jî ji fabrîqeya Flormarê hatibû derxistin û ji bo parastina mafên xwe, dest bi berxwedanê kiribû. Ev berxwedana wan bi serkeftinê tacîdar bû.   Akdaş, niha jî ji bo mafên xwe yên reha li dijî Corazon Ambalajê li ber xwe dide. Akdaş, ji 18 saliya xwe heta niha ji bo keda xwe têdikoşe û têkoşîna xwe ji ajansa me re vegot.    DI 18 SALIYA XWE DE DEST PÊ KIR   Meral Akdaş, li navçeya Gebze ya Kocaliyê ji dayik bû. Di 18 saliya xwe de li fabrîqeyê dest bi kar kir. Akdaş, ji fabrîqeyên kozmetîkê heta yên telîs, hilberandina kruvasan û ambalajê, di gelek fabrîqeyan de xebitî. Di vê pêvajoyê de li hemberî binpêkirina mafan, gelek caran bi tena serê xwe têkoşiya. Akdaş, zewicî ye û 3 zarokên wê hene. Her wiha 5 salan jî li fabrîqeya Flormar Kozmetîk a li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Gebzeyê (GOSB) xebitî.   DI TÊKOŞÎNA SENDÎQAYÎ DE CIH GIRT   Di dema xebata li vê fabrîqeyê de ji ber heqdestê kêm û şertên xebatê yên zehmet, xwe di nava Sendîqeya Petrol-Îş’ê ya Konfederasyona Sendîqeyên Karkerên Şoreşger (DÎSK) de birêxistin kir. Lê belê ji ber ku bû endama sendîqayê, di sala 2016’an de tevî 132 karkerên din ji kar hate derxistin.    297 ROJAN LI FLORMARÊ LI BER XWE DA   Piştî ku tevî 132 hevalên xwe ji kar hatî derxistin, Akdaş di 15’ê gulana sala 2018’an de li pêşiya fabrîqeya Flormar Komzetîkê dest bi çalakiyê kir. Karkerên ji kar hatine derxistin her roj ji bo mafên xwe serê sibehê saet di 09.00’an de dihatin pêşiya fabrîqeyê û heta 17.00’ê êvarê jî çalakiya xwe didomandin. Di dawiya dawî de berxwedana wan bi ser ket û daxwazên wan piştî berxwedana 297 rojan hatin qebûlkirin. Li gel tezmînatên qedem û îxbarê, her wiha 16 mûçe jî ji ber “niyeta xerab” weke tezmînat hatin dayîn. Xalên derxistina karkeran a ji kar jî hatin guherandin û her wiha pêşî li ber wergirtina “mûçeyên bêkariyê” yên newergirtin jî hate vekirin. Berxwedana Flormarê ku bi pêşengiya jinan dest pê kiribû, bû sembola berxwedana karkeran.    'EM BI SER KETIN’   Akdaş, qala têkoşîna xwe kir û da zanîn ku wan çalakiya xwe di nava şert û mercên giran de domandine. Akdaş, da zanîn ku heqdestekî kêm didan wan û wiha got: “Me nedikariya debara malbatên xwe bikin. Me daxwaza mafên xwe kir lê nehatin qebûlkirin. Me jî xwe di nava sendîqayê de birêxistin kir. Bi sendîqayîbûnê re jî em ji kar derxistin. Me dest bi çalakiyê kir lê koneke me jî nebû. Ji ber ku walîtiyê destûra vegirtina konê nedida. Gelek sar bû û me di bin betaniyan de li ber xwe dida. Me mafên xwe bi dest xistin. Em bi ser ketin. Lê piştî ku mafên me hatin dayîn, karmendê me nexwest bi me re bixebite. Tevgereke jinan a xurt di berxwedana Flormarê de hebû lewma jî ev berxwedan zêde dirêj kir.”    TÊKOŞÎNA MAFAN A JI FLORMARÊ HETA CORAZONÊ   Piştî berxwedana Flormarê, piştre jî li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalajê ya li Gebzeyê dest bi kar kir.  Gelemperiya xebatkarên fabrîqeyê jin bûn. Xebatkarên jin li fabrîqeyê rastî mobbîngê dihatin, keda wan dihat xwarin, mûçeyên wan dereng dihatin dayîn û di 4 mehên dawî de jî mûçeyên wan nehatibûn dayîn. Lewma jî di sala 2021’an de dest bi berdana kar kirin.    Di dirêjiya axaftina xwe de Akdaş wiha qala vê pêvajoyê dike: “Her roj dixwestin em hîn bêhtir tiştan çêbikin. Lê hêza her kesî diyar e. Zexta zêde çêkirina berheman li me dikirin. Heke me îro 500 lib çêkiribin, roja din dixwestin ku em 600 liban derxînin. Û ev hejmar roj bi roj zêdetir dibû. Berpirsyarên me gefa; ‘heke hûn bêhtir çênekin, em ê we ji kar derxînin’ li me dixwarin.”    'ME TEKLÎFÊN WAN QEBÛL NEKIRIN’   Akdaş, diyar kir ku wan dest bi berdana kar kir û wiha pê de çû: “Berxwedana me berdewam e. Bi berdana kar re zextên li ser me jî zêdetir bûn. Karmendê me ji bo ku em çalakiya xwe bi dawî bikin, çendek teklîf kirin lê me qebûl nekir. Teklîfên ku wî dikirin, bi têrî nedikir ku mexdûriyetên me ji holê rabin. Lewma me qebûl nekir. Ji me re gotin; ‘çendek rojan li ser bifikirin û piştre werin.’ Me hizra xwe kir lê belê nabe ku ev teklîf bên qebûlkirin. Di 4’ê sibatê de jî karê me bi rengekî yekalî fesh kirin. Karmendê me digot; ‘pereyê min nîne, nikarin bidim.’ Lê belê hêj diçû cem muşteriyên karê wan qediyayî.”    'BILA DAWIYEKÎ LI NEWEKHEVIYÊ BÎNIN’   Di berdewamê de Akdaş da zanîn ku bi zilaman re di heman karî de dixebitiyan lê belê heqdestê wan ji yê zilaman kêmtir bû. Akdaş, wiha dirêjî da axaftin xwe: “Heta gelek caran em ji wan bêhtir dixebitiyan. Dema me sedema vê dipirsiya jî ji me re digotin; ‘zilam debara mala xwe dikin.’ Em jî debara malbata xwe dikin û bi heman performansê dixebitin lê heqdestê me kêmtir e. Li vê derê newekheviyek heye. Divê ev newekheviye ji holê rabe.”    BANGA BERXWEDANÊ   Akdaş, got ku têkoşîna di bin sîwana sendîqayê de girîng e û axaftina xwe wiha xelas kir: “Heta piştgirî nebe, domandina têkoşînê nepêkan e. Heta ku piştevanî û hêza jinan hebe, em ê berxwedana xwe bidomînin. 8’ê Adarê ji bo têkoşîna jinan xwedî cihekî taybet e. Em jî dê di vê rojê de li kolanan bin. Greva ku jinan ji bo şert û mercên baştir ên kar di 8’ê Adarê de dabû destpêkirin û şewitandina bi dehan jinan, gelek girîng e.  Em jî dê di vê rojê de berxwedana xwe bidomînin û vê çanda têkoşînê heta hetayê bidomînin. Banga me ji bo hemû jinên cîhanê û Tirkiyeyê yên ku di nava şert û mercên giran de dixebitin ew e ku di 8’ê Adarê de piştgiriyê bidin berxwedana me.”   MA / Esra Solîn Dal