Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin 2022-02-28 15:28:16 STENBOL - Endamên Meclîsa Jinan ên Stenbolê yên HDP’ê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pifdankên xemrî firandin.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên jin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan. Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Înîsiyatîfa Dayikê Aştiyê û jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankartên “Em ê bi hev re biguherînin, dem dema jinan e” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Ji Aysel Tûglûk re Azadî” , “Ji jinan re azadî” û “Ji girtiyên siyasî re azadî” berz kirin.    Parlementera HDP’ê ya Stenbolê ya Zuleyha Gulum a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ji bo piştevaniya jinên di girtîgehan de hatine gelhev û wiha got: “Em di serî de Aysel Tûglûk, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û hemû kesên ji bo têkoşîna azadiyê dane di girtîgehê de ne li vir in.”   HIQÛQA DIJMINATIYÊ    Gulum, bal kişand ser polîtîkayên têkildarî girtiyên nexweş de tên meşandin û wiha got: “Girtiyên nexweş demekî dirêje nayên berdan. Aysel Tûglûk tenê yek ji van e. Hezar û 500 girtiyên nexweş bi neberdanê dişînin mirinê. Bi taybetî biryara têkildarî Aysel Tûglûkê de hatiye dayîn, biryareke li gorî hiqûqa dijminatiyê ye. Saziya Tiba Edlî (ATK) ji zanîst û hiqûqê dûr û bi dijminatiyeke bibîrdozî biryar dide. Em ê li gorî vê têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşînin.”   ‘EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’   Gulum, destnîşan kir ku bi têkoşÎna jinên li ber xwe didin hatine van rojan û got: “Kesên 8’ê Adarê afirandin bi berxwedanê hatin heta van rojan. Weke jinên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin em ê tu caran dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Em ê di her şert û mercan de tevî hemû zextan bi hêza jinê li ber xwe bidin. Silav ji jinê li ber xwe didin re.”   Jinan piştî daxuyaniyê pifdankên ku navên jinên girtî li ser nivîsîbûn, firandin.