Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye! 2022-02-24 11:33:37   STENBOL - Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, bi hinceta ku xizmên wan destê hev girtine û hev hembiz kirine, derbarê 13 girtiyên jin de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, di 28'ê çileyê de hevdîtina vekirî pêk hatibû gelek malbat çûbûn hevdîtina girtiyên xwe. Bi hinceta ku xizmên wan di hevdîtinê de destê hev girtine û hev hembiz kirine, derbarê girtî Ayten Anlaş, Dîlek Tataş, Elîf Yaş, Esra Soyaktaş, Gamze Nîhal Îyîdogan, Güneş Akan, Hatîce Dûman, Hiyam Yolcû Akyol, Nûrcan Demîr, Serpîl Cabadan, Songul Dîlek, Zeynep Yeter û Zuhal Surucu de lêpirsîna dîsplînê hat destpêkirin.    Rêveberiya girtîgehê ji bo lêpirsînê weke hincet jî vîrûsa koronayê (Kovîd-19) nîşan da.