Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin 2022-02-23 12:00:29   SILÊMANÎ - Şînyar Huner a 21 salî ku hevjînê wê êrişî wê kiribû, piştî 5 rojan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Şînyar Huner a 21 salî ku li Taxa Kurdsat a bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê dijî, di 18’ê Sibatê de rastî êrişa hevjînê xwe hat. Şînyar Huner a giran birîndar bû, ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyê. Şînyar Huner, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku du zarokên Huner hene. Cenazeyê Huner wê li goristaneke navçeya Seyîdsadik were veşartin.