Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin 2022-02-23 12:12:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê, parlamenterên jin bi armanca pêşîgirtina tundiya li dijî jinan û ji bo mafên wan pêşniyarqanûnek pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin.    Li Herêma Kurdistanê, parlamenterên jin û rêxistinên jinan, bi armanca pêşîgirtina tundiya li ser jinê  amadekarî dikin ku di qanûnan de hin guhertinan pêk bînin. Saziyên jinan, herî dawî di 30'ê çileyê de ji bo ku pêşî li tundiya li nav malê bigirin û pêşniyarqanûneke amade bikin hatin gelhev. Piştî vê hevdîtinê Tifaqa Jinan a Kurdistanê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê kirin û ji bo derxistina qanûna pêşîgirtina tundiya li nav malê hin pêşniyar lê kirin. Di encama xebata xwe de jinan pêşniyarqanûnek pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin.    Endama Koalîsyona Jinan a Herêma Kurdistanê Remziye Abdûllah, derbarê pêşniyarqanûna ku pêşkêşî meclisê kirine de ji NUJINHA’yê re axivî û nirxandinan  kir. Abdûllah, diyar kir ku dema pêşniyarqanûna xwe pêşkêşî meclisê kirine Seroka Meclisê jî bal kişandiye ser guhertina qanûnê û wiha got: "Êdî derxistina qanûnê girêdayî parlamenteran e. Vê carê ji bo derxistina qanûnê dibe ku meclis nîqaş bike."