Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir 2022-02-21 15:10:56   AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê xwest ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û girtiyên nexweş, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan axivî û da zanîn ku teşhîsa nexweşiya demansê bo Aysel Tugluk hatiye danîn û ev jî ziyaneke mezin dide fonksiyonên wê yên şexsî. Turan diyar kir ku naveroka rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya derheqê Tugluk de hev nagire û wiha got: “Ev biryara ATK’ê ya hevnegirtî, ne li gorî nirxên tibbê û ne jî li gorî nirxên wijdanî û bijîşktiyê ye.”    Piştre jî Alîkara Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ezgî Demîr axivî û destnîşan kir ku Tugluk bi nasnameyên xwe ya kurd, elewî û jin re têkoşîna siyaseta demokratîk dida. Demîr, da zanîn ku Tugluk 9 meh piştî girtina xwe, dayika xwe winda kiriye û wiha domand: “Ji ber êrişa nîjadperest a li dijî cenazeyê dayika wê, di Tugluk de pirsgirêkên tenduristiyê rû dan. Daxwaza berdanê ya ji bo Tugluk a herî dawî jî hate redkirin. Li şûna ku rewşa tenduristiyê ya Tugluk bi berfirehî bê vekolandin û rapor bê amadekirin, raya giştî hat xapandin.”    'KÊMASÎ DI RAPORÊ DE HENE’   Di berdewamê de jî Demîr anî ziman ku tevî rewşa nebaş a Tugluk, ji bo mayîna wê ya di girtîgehê de biryar hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Ji bo ku hevnegirtina di navbera raporan de ji holê rabe, hewceye saziyeke tenduristiyê ya bêalî û xweser lê binêre. Bingeheke zanistî ya rapora ATK’ê nîne. Di hûrgiliyên raporê de qala îdianameyê hatiye kirin. Derheqê Tugluk de, di raporê de tenê belgeyeke tibbî jî nîne. Ne qeydên tenduristiyê yên girtîgehê û ne jî nêrînên xebatkar û peywirdarên girtîgehê yên alîkariya tibbî didin, di raporê de hene. Her wiha di nava şandeyê de norolog jî nebûn. Ev jî nîşan dide ku rapora behsê xeberê, raporeke biqisûr e. Ev raporên hatine amadekirin, li ser jiyana girtiyên nexweş xetereyeke mezin e û dibin sedema mirina wan. Banga me ew e ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtyên nexweş bên berdan.”   DOZA KOBANÊ   Parêzer Cemîle Turhalli jî got ku zext li Aysel Tugluk tê kirin ku di Doza Kobanê de parastina xwe bike û wiha bi dawî kir: “Doza Kobanê, dozeke kompasê ye. Di vê dozê de daxwazên kolektîf tên darizandin. Her wiha darizandina jinan e. Ji 22 girtiyên vê dozê 13 jê jin in. Yek ji wan jî Aysel Tugluk e. Her du hefteyan carekî danişîna dozê tê dîtin. Hewl didin zextê li kesên tên darizandin bikin da ku parastinê bikin. Rapora derheqê Tugluk de jî bingeha xwe ji vê digire.”