Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye 2022-02-20 09:14:03     STENBOL - Rêxistinên jinan diyar kirin ku bîra Aysel Tûglûkê "bîreke têkoşînê ye" û biryara ATK'ê jî biryareke siyasî ye.    Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûye ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Rêxistinên jinan bertek nîşanî vê dan û destnîşan kirin ku ev biryareke siyasî. Rêxistinên jinan gotin, ew ê bibin dengê Tûglûkê.    BIRYARÊN SIYASÎ   Ji Kadinlarin Kurtuşundan (Rizgariya Jinan) Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku ATK divê li gor mafên mirovan û hiqûqê biryarê bide. Çûbûk, destnîşan kir bi ATK bi rapora xwe jiyana Tûglûkê bin pê dike û biryara wê biryareke siyasî ye. Çûbûk, bilêv kir ku ATK bi awayekî sîstematîk li hemberî kurdan hiqûqa dijminatiyê pêk tîne.    TÊKOŞÎN   Çûbûk, diyar kir ku bi vê biryarê re peyamek ji bo jinên kurd û tevahiya têkoşîna jinan hatiye dayîn û ji bo Tûglûk neyê berdan hiqûqeke taybet tê pêkanîn û got: "Hin agahiyê veşarî yên di rapora ATK'ê de gihan ber destê raya giştî. Mafên wê hemû hatine binpêkirin. Eger em di vê têkoşîna ji bo Aysel Tûglûkê de bi ser bikevin, dê ji bo girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan û girtiyên din ên nexweş jî hin gav bên avêtin."    Çûbûk di dawiya axaftina xwe de got: "ATL êdî ne saziyeke zanistî, bûye saziyeke bîrdozî. Lewma ne cihekî wisa ye ku mafê me yê tenduristiyê biparêze. ATK, veguheriye cihê ku sûcên dewletê lê tên rewakirin."   Çûbûk, bilêv kir ku heya girtiyên nexweş azad nebin dê bitêkoşin û got: "Em ji ATK'ê tiştekî naxwazin. Lê em baş dizanin em ê bi têkoşînê karibin Aysel Tûglûkê û girtiyên din ên nexweş ji girtîgehan derxin. Em jin bibiryar in ku ji bo hevrêyên xwe bitêkoşin û wan ji girtîgehên Tirkiyeyê derxînin."    'EM RAPORA ATK'Ê QEBÛL NAKIN'   Ji Mor Dayanişmayê (Piştevaniya Mor) Sezîn Ezerê jî got: "Em pêvajoyê dişopînin û em rapora ATK'ê qebûl nakin. Em jin em li dijî van polîtîkayên mirinê ehlê jiyanê ne û em ji bo vê têdikoşin. Em vê ji bo Aysel Tûglûkê û hemû jinên girtî cardin bilêv dikin. Em ê bi ser bikevin."    'BÎRA TÛGLÛKÊ BÎRA TÊKOŞNÊ YE'   Ji Komeleya Kadin Zamani (Dema Jinê) Newroz Unverdî jî got: "Bîra Aysel Tûglûkê bîreke têkoşînê ye. Ev biryara ATK'ê, biryara îqtidarê ye. Lewma divê em li ber vê rabin û em jin bibin dengê Ayselê û hemû girtiyên bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin.    Unverdî, destnîşan kir ku neberdana Tûglûkê nayê qebûlkirin û bang li hemû parêzvanên mafên mirovan kir ku li dijî vê bitêkoşin.    MA/ Esra Solîn Dal