Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin 2022-02-18 14:00:55   STENBOL - Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê starta çalakiyên ku dê li bajêr li dar bixin da û ji bo Hevdîtina Jinan a 8’ê Adarê ku dê di 6’ê Adarê de li dar bixin, banga tevlîbûnê kirin.    Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi civîneke çapemeniyê aşkere kir. Jinan diyar kir ku ew ê di vê 8’ê Adarê de bi dirûşmeya “Em têkoşîna li dijî xizanî, tundî û kedxwariyê mezin dikin! Hêza me ya guhertinê heye” li qadan bin. Di civîna ku tevî endamên platformê, gelek saziyên jinan jî tevli bûn de pankarta “Em li dijî xizanî, tundî û kedxwariyê têkoşînê mezin dikin” hat vekirin.   ‘JIN TÊKOŞÎNA XWE MEZIN DIKIN’   Endama Mor Solidarity Ezgî Gurer ku li ser navê platformê metnê daxuyaniyê xwend, diyar kir ku desthilat dixwaze barê giran ê xetimîna aborî û siyasî li ser milên jinan bar bike. Gurer, anî ziman ku qeyrana aborî kûrtir bûye, xizaniya jinan zêde bûye û wiha got: “Desthilata mêr ku çav ber daye jiyana me û dixwaze me hefsî nav dîwaran bike, her ku diçe tundiya li ser jinan zêde dike. Bi qeyrana aborî re ku herî zêde bandora xwe li ser jinan dike êdî em nemadikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî bistînin.” Gûrer, da zanîn ku li hemberî van hemû zext û polîtîkayên qeyranê jin tiştên ku herî baş dizanin dikin û hevgirtin û têkoşîna xwe mezin dikin.   HEMÛ JIN VEXWENDIN ÇALAKIYÊ   Gurer, destnîşan kir ku hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn her tim bi tundî û gefan re rû bi rû ne û bi lêv kir ku tê xwestin ku jin li dijî tundiya mêr bêparastin bên hiştin. Gurer, anî ziman ku pandemî bûye firsend ku keda jinan were bêqîmetkirin û wiha axivî: “Bi vîrûs, şert û mercên zehmet jiyana me tehdîd dikin û ji her demê bêhtir karê malê û lênêrîna zarokan li pişta jinan bar dikin.” Gurer diyar kir ku ew ê di 6’ê Adarê saet 13.30’an de li li dijî van hemû zext û zoriyan li Kadikoyê bin û bang li jinan kir ku tevlî “Hevdîtina Jinan a Mezin” ku dê bê lidarxistin bibin. Gurer hemû jin vexwendin çalakiyê.