Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand 2022-02-17 14:59:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Polîtburoya FHKC’ê Leyla Xalid di peyama ji Aysel Tûglûkê re şand de wiha got: “Em hêvî dikin ku di demekî nêzîk de bi tevî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin re azad bibin.”   Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) Leyla Xalid ji siyasetmedar Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demansê ketiye û bi rapora ATK’ê nayê berdan re peyam şand. Peyama Leyla Xalid “Ji bo Aysel Tûglûk 1000 jin” parve kir. Leyla Xalid di peyama xwe de bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî mafên mirovan û edaletê tevbigere.    Di peyama Leyla Xalid de van gotinan cih girt: “Aysela xoşewîst, em weke jinên Filistînî, hezkirinên xwe û piştevaniya xwe ji te re dişînin. Em hêvî dikin ku di demekî nêzîk de bi tevî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin re azad bibin. Moralê xwe bilind bikin. Hûn ê azad bibin.”