Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir 2022-02-15 15:57:56   ENQERE - Dozgerê derbarê siyasetmedar Sebahat Tûncel û Akdenîz ên li girtîgehê îşkence li wan hatibû kirin lêpirsîn dabû destpêkirin, derbarê gardiyanan de biryara neşopandinê da û derbarê jinên girtî de bi daxwaza 9 salan cezayê hefsê, îdianame amade kir.     Derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel û Sîbel Akdenîz ên li Girtîgeha Hejmara 3’yan a Sîncanê ya Enqereyê, gardiyanan îşkence li wan kiribû de doz hat vekirin. Li gorî nûçeya Jinnewsê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê gardiyanên ku Tûncel û Akdenîz bi darê zorê ji cihe hewadarkirinê girtin hundir û ji sûcên “Peywîra xwe îstîsmar kirine” û “birîndarkirina hesan” derbarê wan lêpirsîn hatibû vekirin de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê derbarê jinên girtî de jî bi îdiayên “heqaret li peywîrdarên cemaweriyê kirine” , “Bi hêza rêxistinê gef li gelek kesan xwarine” îdianame amade kir û şand 1’emîn Cezaya Dadgehê ya Asliye ya Enqereyê.    HETA 9 SALAN CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ TÊ XWESTIN   Di îdianameya ku encama îfadeyên gardiyanan hatiye amadekirin de bi îdiayên “heqaret” û “gefê” bi komî ji 2 sal 9 mehan heta 9 salan cezayê hefsê ji Akdenîz û Tûncelê re hat xwestin. Îdianame li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê hat qebûlkirin. Tûncel û Akdenîz wê bi îdiaya ku gef li gardiyanên li wan dane xwarine wê di 24’ê Adarê de derkevin pêşberî dadgehê.