Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû 2022-02-11 12:50:33   AMED - Li navçeya Peyasê hat îdiakirin ku Yelîz Balkaş ji qata 5’an a avahiyê ve ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye.    Li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê hat îdiakirin ku Yelîz Balkaş a 23 salî ji qata 5’an a avahiya lê rûdinê ve ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye. Balkaş a bi giranî birîndar bû ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hat zanîn ku rewşa Balkaş xedar e û li nexweşxaneyê tedawiya wê dewam dike.